Mizgîndarên biharê leglegên Bismilê îsal jî hatin 2019-03-30 09:42:51   AMED –  Bi hatina biharê re mizgîndarên biharê legleg careke din berê xwe dan Bismilê û bi liv û tevgerên xwe li semayên navçeyê balê dikişînin.    Li cîhanê yek ji koloniyên herî mezin ên leglegan, li Bismila Amedê ye. Li Bismila ku bi faûna û floraya xwe, xwedî potasniyeleke mezin a çûkan e, wekî her sal îsal jî legleg hatin. Legleg, her sal di dawiya Sibatê de tên herêmê û ji aliyê gel ve wekî sembola bereketê û mizgîndara biharê tên qebûlkirin. Piştî koma ewil di dawiya Sibatê de hat, niha jî ên mayî dest bi hatinê kirin.    Leglegên ku di dawiya Sibatê de dest bi hatinê dikin û li hêlînên xwe yên li ser dîregên ceryanê bi cih dibin, bi salan li heman hêlînan lûs vedidin. Her sal wexta tên bi qirş û qalan hêlînên xwe zeximtir dikin.    Ji ber bi kurmik, kojek û kêzikên ziyanê didin erd û zexîreyan xwe xweyî dikin û nahêlin ev kojek ziyanê bidin çandiniyê, ji hêla gelê herêmê ve wekî çûkên dêrîn û sembola bereketê tên hesibandin û loma kes zirarê nade wan.    Leglegên ku li delavên Çemê Dîcleyê û li qeraxa rêya Bismil-Êlihê li ser dîregên ceryanê hêlînên xwe çêdikin û li semayên navçeyê bi liv û tevgerên xwe balê dikişînin nêzî 6 mehan li herêmê dimînin û di dawiya meha Tebaxê de ber bi Çemê Nîlê ve koç dikin.