Kakşar Oremar: Di 31'ê Adarê de bibin bersiva wesiyeta Qazî Mihemed 2019-03-30 09:20:44 STENBOL – Di ser darvekirina Qazî Mihemed re 72 sal derbas bûn. Nivîskar Kakşar Oremar, diyar kir ku lê belê hîn jî wesiyeta Qazî Mihemed pêk nehatiye û bal kişand ser hilbijartina 31'ê Adarê û got: "Divê kurd di vê roja girîng de, doza Qazî û şehîdên azadiyê bînin bîra xwe."    Di sala 1946'an de piştî Komara Mahabadê bi pêşengiya Qazî Mihemed hat avakirin, Îranê di 17'ê Kanûnê de dagir kir û komar rûxand. Piştî dagirkirinê Qazî Mihemed, Seroomar Hecî Baba Şêx û Wezîrê Parastinê Mihemed Huseyîn Seyfî Qazî hatin girtin û di 31'ê Adara 1947'an de hatin darvekirin.    Nivîskar-lêkolîner Kakşar Oremar di salvegera 72'yan a darvekirina Qazî Mihemed de pirsên ajansa me MA bersivandin.    *Wexta behsa navê Qazî Mihemed tê kirin pêşî çi tê bîra te?    Wesiyet û daxwazên Qazî Mihemed tên bîra min. Pêşengekî bi serbilindî ber bi mirinê ve çû, evîneke nîvcomayî, xwestek û hestên wî tên bîra min. Wexta Qazî Mihemed komar îlan kir gotibû "Soz didim, di başî û nexweşiyê de jî ez ê li cem gelê xwe bim." Ev gotin tên bîra min. Wezîrê Parastinê General Mihemed Huseyîn Seyfî Qazî û Endamê Parlementoyê Ebdulhesen Sedirê Qazî, Serkomar Qazî Mihemed li ber dadgeha leşkerî ya Pehlewî serî netewandin. Dadger û peywirdarên dadgehê serê wan di ber wan de vegeriyan Tehranê, lê pêşengên kurdan bi serbilindî ber bi sêdarê ve çûn. Tenê daxwaza wan a ji kurdan, domandina rêça wan bû. Îxanet li hev nekirin. Bawerî bi doza dijminên xwe neanîn. 31'ê Adarê berxwedaneke nû tîne bîra min; Qazî Mihemed û şehîdên din ên komarê gelek serketin li dîroka azadiyê ya Kurdistanê zêde kirin.    Ji bo kurdan wate û girîngiya Qazî Mihemed çî ye?    Qazî Mihemed, ji bo kurdan xwedî dîtineke girîng û cuda ye. Dîtina wî ji bo roja îro jî têbor e. Ew wekî Mahatma Gandî pêşengek e. Bi kesayetiya xwe ya demokrat, mafên netewe û gelên bindest parastiye. Kesên tenê carekê jî Qazî dîtibin bi başî qala wî dikin. Komara Mahabadê bi devereke biçûk û li Îranê wekî navenda demokrasiyê dihat binavkirin. Loma dijminan jî rêz nîşanî Qazî Mihemed dida. Ji ber vê ên li Tehranê hezim nedikirin. Çimkî Îran felsefeya Qazî Mihemed wek felsefeyeke talûke didît. Niha jî ji ber vê tirsê nahêle xweşikî kes biçe ser gora Qazî Mihemed.    Berî bê darvekirin wesiyetek wî ji bo yekîtiya netewî hebû. Wesiyeta wî ji bo niha jî têbor e...   Belê. Tenê ne ji bo niha, hezar sal jî der bas bibin wê têbor be. Divê ev yek pêk bê. Qazî Mihemed, di wesiyeta xwe de dibêje divê em kesî de ser xwe re nebînin û em xwe di ser kesî re nebînin. Eger pêşengên kurdan, partiyên siyasî, sazî û dezgehên kurdan felsefeya Qazî Mihemed fêm bikirana, belkî niha Kurdistaneke serbixwe hebûna. Em her sal Komara Mahabadê, Qazî Mihemed, General Mihemed Husênxanê Seyfê Qazî û şehîdên Mahabadê bi bîr tînin. Lê ji bo vê pratîkek me tune ye. Qazî, niha jî ji me re dibêje: "Ka yekîtiya netewî? Ka kongreya netewî? Çima hûn nabin yek? Armanca şerê we yê biratiyê çî ye?" Yanî heta kurd nebin yek wê nikaribin tiştekî jî bikin. 72 sal di ser re derbas bûne, lê hîn jî me wesiyeta Qazî bi cih neaniye.    Di Komarê Mahabadê de, hevjîna Qazî Mîna Qazî bi awayekî aktîf cih digire. Hewldanên Qazî ên ji bo cihgirtina jinê ya di siyasetê de, tên çi wateyê?    Belê, ji bo jin di siyasetê de cih bigirin Qazî Mihemed gavine hêja avêtin. Jixwe hêleke demokrat a Komara Mahabadê jî ev bû. Qazî pêşî ji malbata xwe dest pê kiriye. Hevjîna wî Mîna Qazî û keça wî ya mezin Îsmet, di nav xebatên siyasî de cih girtin. Lê civaka baviksalarî li dijî vê derketiye û ji Qazî re gotiye "Ma tu bûyî kafir? Ma jin dikarin di nav xebatên siyasî de cih bigirin? Tişta tu dikî li dijî Îslamiyetê ye?" Lê belê Qazî Mihemed li dijî vê ferasetê derketiye.    Mîna Qazî jî xwe bi wî awayî daye qebûlkirin. Dayika Xanim heta dawiya emrê xwe jî dev ji welatparêziya xwe berneda. Ji bo vê gelek caran hatiye girtin. Hatiye îşkencekirin. Sûcê wê tenê; kurdbûn û welatparêziya wê bû. Mîna Qazî wexta der barê kurdan de diaxivî tim digot: "Der barê yekîtiya kurdan de soz bidin min ku ez jî mizgîniya dewleta Kurdistanê bidim we. Çimkî yekîtiya hêzên siyasî yên Kurdistanê dermaanê hemû derda ye. Eger gelê kurd bibe yek, avakirina dewleteke kurd hêsan e. Hêvîdar im di demeke kurd de gelê kurd di cîhanê de wekî gelekî yekbûyî bê naskirin. Xwesteka Qazî Mihemed jî ev bû."    Wê di salvegera Qazî Mihemed de, li Tirkiyeyê hilbijartina herêmî pêk bê. Ji bo kurdan bangawaziyek te heye?   Tenê divê kurdên Bakur di vê roja girîng de, doza Qazî û şehîdên azadiyê bînin bîra xwe û bibin bersiva hest û xwesteka wan.    MA / Sadiye Eser