HDP, li Rihayê ji bo hilbijartinê amade ye 2019-03-30 09:19:26 RIHA - HDP'a Rihayê diyar kir ku amadekariyên wan ên ji bo hilbbijartinê û ewlehiya sindoqan temam in û bang li her kesî kir û got: "Xwedî li dengên xwe derkevin."  HDP'a Rihayê amadekariyên xwe yên ji bo ewlehiya hilbijartinê temam kirin. Hema bêje ji bo hemû sindoqan muşahid û peywirdar hatine diyarkirin û li bajêr û navçeyan komîsyonên krîzê ava kirine. Wê 150 parêzerên Baroya Rihayê ji bo ewlehiya hilbijartinê bixebitin.    Hevseroka HDP'a Rihayê Adîle Oncel, diyar kir ku li 8 navçeyên bajêr namzetên wan hene, lê belê ew ê ji bo Şaredariay Mezin a Rihayê piştgiriyê bidin namzetê bloga demokrasiyê namzetê Partiya Saadetê. Oncel got: "Pirsûs, Hewang, Cirnê Reş, Xelfetî, Bêrecûk, Wêranşar û Serêkaniyê jî di nav de m ê li 8 navçeyan piştgiriyê bidin namzetên xwe. Li navçeyên navendî Karakopru, Halîliye û Eyyûbiyeyê em bi endamên meclîsa şaredariyê dikevin hilbijartinê. Em ê li 3 navçeyên navendî û ji bo şaredariya mezin piştgiriyê bidin namzetên Partiay Saadetê."    Oncel, diyar kir ku amadekariyên wan ên ji bo hilbijartinê temam in û ji sedî 99 wan ji bo ewlehiya sindoqan tevdîr girtiyen. Oncel got: "Wê hevalên me yên peywirdar li hemû tax û dibistanan bin. Bila gelê me rihet be. Em ê xwedî li dengên xwe derkevin. Bi dengekî gelek tişt diguerin. Tenê em dengê xwe bi kar bînin. Hilbijêrên me yên livdar hene. Hilbijêrên livdar dikarin biçin teşkîlatên HDP'ê. Bila karkerên demsalî, xwendekar û xebatkar pêwendiyê bi me re deynin. Di warê aborî de wê partiya me her tiştî bike."