Li Meletiyê serdanên dawî: Bi dengekê her tişt diguhere 2019-03-29 15:21:17   MELETÎ - Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Bajarê Mezin û navçeyên Meletî, di xebatên xwe yên hilbijartinê de ber bi dawî ve diçin.   Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên navend û navçeyên Meletî û namzetên Şaredaran, taxên Başharik û Paşakoşku yên navçeya Battalgazî ziyaret kirin.    HDP’iyan mal û esnaf ziyaret kirin û rastî eleqeyek mezin hatin. Namzetê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Meletî Yûsûf Bozkûş, di serdanê de ji welatiyan re got: “Guhertina dê di 1’ê Nîsanê de bê jiyîn, dibe ku bi dengekê çêbe. Bi dengekê her tişt diguhere.”