Parazvanên mafan bertek nîşanî astenkirina definkirina cenazeyan dan 2019-03-29 15:19:57   ÎZMÎR - Parazvanên mafên mirovan, bertek nîşanî astengkirina definkirina cenazeyên 4 kesên li girtîgehê tecrîd şermezar kirin û dawî li jiyana xwe anîn, dan. Parazvanên mafan diyar kirin ku rayedaran bi astengkirinê mafê definkirinê cudakarî û wêdekiri pêş xistine û gotin: "Divê rayedar dest ji vê helwestê berdin."    Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ya bi KHK'ê hat girtin û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmirê bi armanca balê bikişîne ser astengiyên definkirina cenazeyan li avahiya ÎHD'ê ya Îzmirê civîna çapemeniyê pêk anîn. Li ser navê komeleyan Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Zafer Încin daxuyanî da. Încîn, anî ziman ku astengkirina cenazeyan li dijî xala 5'an a danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî ye û wiha got: "Divê cenazeyê tu kes ji ber ziman, çand, nasname û baweriya xwe rastî cudakariyê neyê. Ji ber ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wekî hemû girtiyan xwedî mafê zagonî û hiqûqî divê ji mafê xwe sûdê bigire.  Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dijî vê rewşê îtîraz kir û ket grevê. Îro Guven 142 rojin di greva birçîbûnê de ye. Ji 1'ê Adarê û şûnde herî kêm 5 hezar girtî ketine greva birçîbûnê  Ev çalakiyî, çalakiyek îtîata sivîl e. Çalakiyek demokratîk e.  Cenazeyê Zukluf Gezen li Girtîgeha tîpa T a Tekîrdagê jiyana xwe ji dest da, bi fermana Wezîrê Karên Hundir hat asteng kirin. Em wekî parazvanên mafên mirovan ji rayedaran dixwazin ku ji vê helwesta cudakariyê dûr bikevin."