Araziyê çandiniyê dibin avê de man 2019-03-29 14:58:43   MÊRDÎN - Li Mêrdînê ji ber barana ji serê sibê ve dibare, li gelek cihan lehî rabû. Araziyên çandiniyê yên li gundan û hin mal dibin avê de man.    Li Mêrdînê, ji ber baran zêde ya ji serê sibê ve dibare, li gelek cihan lehî rabû. Mal û araziyên gundiyan dibin avê de man û welatiyên demên zor û zehmet derbas dikin. Li navçeya Qoserê baranê bandorek mezin kir û lehî rabû. Ji ber barîna zêde araziyên çandiniyê dibin avê de man. Rêxistina HDP’ê ya Qoserê û Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Tûma Çelîk welatiyên ji ber lehiyê zirar dîtin, ziyaret kirin.   Tûma Çelîk ê HDP’ê, diyar kir ku divê di demek kurt de zirar welatiyan bê tespîtkirin û wiha got: “Divê ekîbên AFAD û Qeymeqamtiya Qoswerê zirara welatiyan tespît bikin û zirara welatiyan bên pêşwazîkirin. Emê şopdarê bûyerê bin.”