Polîsan Akgul ê di cenazeyê Medya Çinar de hatibû derpkirin, binçav kirin 2019-03-29 14:27:56   MERDÎN - Li Mêrdînê, di serdegirtina malan de Mehmet Zekî Akgul ê di cenazeyê Medya Çinar a li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî de hatibû derp kirin jî dinav de gelek kes  hatin binçavkirin.   Li Mêrdînê, polîsan hemwext di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinê de welatiyê binavê Mehmet Zekî Akgul ê di cenazeyê Medya Çinar a ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anî de, hat binçavkirin û dibin çavan de hat derpkirin jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin.    34 kesên di demên cuda de li Mêrdînê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin li Midûriyet Polîsan tên girtin.