Avahiya ku 5 penaber têde şewitîn dopo û stargeh derket 2019-03-29 14:19:30 ENQERE - Li Navçeya Altindag a Enqereyê di avahiyekê de şewat derket û 5 penaberên afgan têde şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. 11 kes jî birîndar bûn. Derket holê ku avahî depoya kaxizan û stargeh e.  Li Sîteya Pîşeyî ya Ata ya Navçeya Altindag a Enqereyê di avahiyekê de şewat derket. Di şewatê de 5 kesên penaber ên afgan jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn. Avahiya ku qatê jor depoya kaxizan bû û qatê jor cihê ranazenê bû şewitî. Şewat bi mudaxaleyê hat vemirandin. Di şewate de 5 penaberên afgan jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn. Derket holê ku avahi depoya kaxizan û wekî strageh hatiye bikar anîn.