Mitîngên HDP’ê yên Amed û Mêrdînê hatin betalkirin 2019-03-29 13:23:07   AMED / MÊRDÎN – Mitîngên HDP’ê yên fînalê yên Amed û Mêrdînê ji ber barîna zêde ya baranê hatin betalkirin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya hilbijartina xwecihî de dê îro li Qada Îstasyonê mitînga fînalê li dar bixista. HDP’ê daxuyanî da û ragihand ku mitînga wan a dê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî pêk bihata lê ji ber barîna zêde ya baranê betal kirine.    MÊRDÎN    Li Mêrdînê jî mitînga dê bi beşdariya Temellî li Parka Karayollari ya li Navçeya Artuklu bihata lidarxistin ji ber barîna zêde û talûkeya dê lehî rabe mitîng hat betalkirin. Hevseroka Rêxistina HDP’a Mêrdînê Eylem Amak daxuyanî da û got ji ber barîna zêde neçar mane mitînga xwe betal bikin. Amak banga dengdayînê li gel kir û xwest her kes biçe dengên xwe bikar bîne û sindoqan biparêz e.