Serdozger bi lez daxwaza malbatan red kir 2019-03-29 12:20:32   STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xizmên 3 girtinên li Girtîgeha Îmraliyê, bi armanca biçin Girava Îmraliyê û bi xizmên xwe re hevditin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serdozger bi lez bersîv da û daxwaza malatan red kir.    Mehmet Ocalan û Vasîs Mazlum Dînç, ji bo bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîge Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di yek hucreyê de tê girtin re hevdîtin bike serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da. Lê serdozgeriya Bûrsayê bi lez bersîv da malbata Ocalan û daxwaza hevditinê red kir.    Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, Birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û Xwişka Veysel Aktaş Sabiha Aslan jî bi armanca bi xizmên xwe re li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.  Serdozgerê komarê ya Bûrsayê daxwaza malbatan bi lez û berz red kir.    Mehmet Ocalan herî dawî di 11'ê Îlona 2016'an û 12'ê Çileya 2019'an de li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin kiribû.    Serlêdana parêzeran jî hat red kirin. Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengiz Yureklî, Nevroz Uysal û Faîk Ozgur Erol jî ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin bikin serlêdan kiribû Serdozger cara 802’emîn serlêdana parêzeran red kir.    Parêzer ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha bi hincetên "muxalefeta hewayê heye" “Koster xera be ye" “Koster tamîr dibe", “OHAL” heye daxwazên parêzeran red kirin.