Li Wêranşarê binçavkirin, li Edeneyê îfade dayîn û li Şaxê girtin 2019-03-29 12:14:18   RIHA / EDENE – Li Wêranşarê namzetên endamê meclîsa şaredariya HDP’ê jî di nav de 11 kes hatin binçavkirin. 12 HDP’î yên 9 roj li Edenê di binçavan de derxistin edliyê. Li navçeya Şaxê jî 14 kes hatin girtin.    Li Navçeya Wêranşarê ya Rihayê polîsan serê sibê bi ser gellek malan de girt. Polîsan li malan lêgerîn pêk anî û eşyayên li malan ji hev belav kirin. Namzetên HDP’ê yên Meclîsa Şaredariya Wêranşarê Gazal Uluk û Halîl Orkan jî di nav de endam û rêveberên HDP’ê Eyup Turk, Alî Elbenîm, Eşref Taşkin, Haşîm Erdem, Nurettîn Erîn jî di nav de 11 kes hatin binçavkirin.    Bi hêceta “Xebata îlegal kirine” hatin binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Navçeyê.    LI EDENEYÊ 12 KES DERXISTIN EDLIYÊ    Hevseroka HDP’a Edeneyê Gulseren Tural, Hevserokê HDP’a Seyhanê Hazim Yalçin jî di nav de 12 kesên roja 20’ê Adarê li Edeneyê hatibûn binçavkirin ji bo îfadeyên wan bên girtin derxistin Dadgeha Edeneyê. Hat zanîn ku îfade dayîna li dozgeriyê dest pê kiriye.    LI ŞAXÊ 14 KES HATIN GIRTIN    Li aliyê din li navçeya Şaxê ya Wanê di 26'ê Adarê de 24 kes hatibûn binçavkirin. Duh derxistin Dadgeha Wanê. Îfade dayînê heta derengiya şevê dewam kir. Ji 24 kesan 10 kes hatin berdan. Nîhat Babur, Attar Ertaş, Meran Kaplan, Tajdîn Balka, Ozgur Orek, Celalettîn Orek, Fahrettîn Orek, Kasim Başkurt, Abdurrahman Semo, Mehmet Şîrîn Tucî, Hîkmet Tomay, Cemal Tomak, Îskender Tafur û Îsmaîl Can bi îdaya "Alîkarî dane rêxistinê" ji aliyê dadgehê ve hatin girtin û şandin girtîgehê.