Salhan ê 81 rojin digreva birçîbûnê de: Emê paşve gav ne avêjin 2019-03-29 12:04:13 WAN - Li Girtîgha Tîpa T a Bafra 46 girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê dene. Ji çalakgerên di greva birçîbûnê de Sînan Salhan, di nameya şand de rewşa hevalên xwe parvekir û got: “Heta ku ev tecrîda bêhiqûqî û bêmaf rane be, emê çalakiya xwe ya berxwedanê bidomînin û emê paşve gav ne avêjin.” Sînan Salhan ê li Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsûnê, ji 8’ê Çile ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye, di nameya şand de, derbarê çalakiya hevalên xwe yên berdewam dike de agahî dan.    ‘EMÊ PAŞVE GAV NE AVÊJIN'    Salhan, di nameya xwe de wiha got: “Em bi biyardarî, çalakî û perspektîfên dîrokê, dikevin pêvajoyek dîrokî. Em jî beşdarî hemleya ‘tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ bûne. Ji bo şikandina tecrîd bi pêşengtiya Leyla Guven li girtîgahan çalakiya bexwedanê ya hat destpêkirin, berdewam dike. Moral, coş û biryardariya me jî weke ya hemû hevalên di çalakiyê de bilinde û em bi vê biryardariyê greva xwe berdewam dikin. Heta ku ev tecrîda bêhiqûqî û bêmaf rane be, emê çalakiya xwe ya berxwedanê bidomînin û emê paşve gav ne avêjin.”   BANGA XWEDÎ DERKETINA ÇALAKIYÊ LI GEL KIR   Salhan, bal kişand ser Newroza bi tevlîbûna bi milyonan hat pîrozkirin û ev bang li gel kir: “Emê bi agirê rihê Kawayê hemdem, Mazlûman, Zekiye û Rahşanan Dehaqên hemdem bikin xelî. Em di wê baweriyê dene ku çalakiya me ya berxwedêr dê bi serkeftinê bi encam bibe. Em bang li hemû malbatên girtiyan û gelê xwe dikin ku xwedî vê çalakiya dîrokî derkevin û beşdarî çalakiyan bidin. Bi vê boneye em Newroza hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin.”   GIRTIYÊN JI 8’Ê ÇILE VE DI GREVÊ DENE 10 KÎLO DANE   Salhan, bal kişand ser rewşa hevalên xwe yên di greva birçîbûnê de jî û wiha pê domand: “Ez jî dinav de hevalên em Mehmet Siddik Ozbakiş, Ridvan Kiliç, Kînyas Atîman û Halît Çankaya ji 8’ê Çile ve di greva birçîbûnê dene û çalakiya wan di roja 81’an de berdewam dike. Dîsan Abdûllatîf Teymûr ji 1’ê Çile ve di greva birçîbûnê deye û ji Duzce sîrgûnê vê derê hatiye kirin. Tim serê van hevalan di êşe û bil ez kîlo didin. Sînan Salhan 12, Mehmet Siddik Ozbakiş, Ridvan Kiliç, Kînyas Atîman û Abdullatif Teymur 11 û Halît Çankaya jî 10 kîlo dane. Em ji deng, ronahî û behnê aciz dibin. Em nikarin razin. Dilê me dixele û em bêhal dibin. Lê moral û baweriya me pir bilinde. Bedela wê çi dibe bila bibe, heta ku tedrîd neyê şikandin emê çalakiya xwe berdewam bikin.”    ‘40 GIRTIYÊN DIN JÎ DI 1’Ê ADARÊ DE TEVLÎ ÇALAKİYA ME BÛN’   Salhan, di dawiya nameya xwe de, navê 40 girtiyên ji 1’ê Adarê ve beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûn jî, wiha rêz kirin: “Nevzat Çelîk, Mehmet Yildirim, Cemal Ozgul, Abdulhalîk Ozek, Yakup Kirmizi, Devrîm Kayali, Serbest Suleyman, Îlhan Bayar, Mehmet Kiliç, Salîh Ozturk, Ramazan Tunç, Tekîn Çakmak, Şemsettin Ozer, Murat Canşat, Ergin Yerlikaya, Huseyin Kiliç, Murat Yakar, Ozgur Bayram, Hamdullah Dip, Emrullah Kezer, Cevdet Guneş, Vedat Sari, Bîlal Akbaş, Musa Kivanç, Agit Tufan, Aytekin Hazar, Şirin Keskin, Suleyman İlhan, Serhat Kutlu, Neytullah Bozkurt, Ekrem Ay, Ufuk Demir, Metin Gumuş, Selahattin Demir, Devrim İleri, Mehmet Ziyaeddin Guler, Ramazan İlden, Ercan Yakut, Tarkan Altıntaş û Kazım Kit.”