Di qezayê de 11 kes birîndar bûn 2017-11-10 15:56:36 MÊRDÎN - Di rêya navbera Dêrik û Qoserê de serwîsa xwendekaran bi maşîneyekî re li hev qelibîn, yek jê giran 11 kes birîndar bûn. Serwîsa bi plaqeya 47 PD 808 û maşîneya bi plaqeya 47 BR 668 di rêya navbera navçeyên Qoser û Dêrîkê yên Mêrdînê de li hev qelibîn. Hat gotin ku di serwîsê de mamoste û xwendekar hebûne. Di qezayê de 11 kes birîndar bûn.    Ambûlansên sewqî herêmê hatin kirin, kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên derûdorê. Hat gotin ji 11 birîndaran rewşa yekî giran e.