Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu kazaya trafîkê kir 2019-03-29 11:46:57   RIHA – Wesayîta Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu têde bû kaza kir. Surucu bi sivîkî birîndar bû û wê hildan bin tedawiyê.    Wesayîta Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu têde bû kazaya trafik kir. Dema Surucu ji navçeya Wêranşarê diçû navçeya Serêkaniyê kaza kir. Otomobîla Surucu têde û otomobîlek din li hev qelibîn û ji ber şideta kazayê her du otomobîl jî qelibîn. Surucu, Mustafa Azimli û Yakûp Çelîk ên di wesayîtê de bi sivîkî birîndar bûn. Birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê û hat zanîn ku talûkeya wan jiyanê nîne.    Welatiyên di otomobîla din jî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê û hat gotin rewşa wan baş e.