Xelfetiyan dest bi amadekariyên 4’ê Nîsanê kirin 2019-03-29 11:37:41   RIHA – Şêniyên Xelfetiyê dest bi amadekariyên pîrozbahiya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin. Welatiyan Parka 4’ê Nîsanê ku qeyûm bêxwedî hiştiye paqij kirin.    Welatiyan Parka 4’ê Nîsanê ya li Navçeya Xelfetiya Rihayê ji bo rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan paqij kirin. Welatî serê sibê zû li parkê kom bûn û çopa li parkê berhev kirin û kamelya û kovên çopê şikiyabûn tamîr kirin. Welatiyan kulîlkên li parkê av dan û xwedî hêşînayê derketin.    Park li ser fermana qeyûmê Xelfetiyê hatibû rûxandin û bêxwedî hatibû hiştin. Berê hin welatiyan xwestibû parkê tamîr bikin lê qeyûm gef li wan xwaribû û nehiştibû tamîra parkê were kirin.