Bîlîcî: Berpirsiyarê grevê CHP ye 2019-03-29 10:15:40 AMED - Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Racî Bîlîcî, diyar kir ku tecrîd li dijî danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan e. Bîlîcî, helwesta CHP'ê jî rexne kir û wiha got: "Ger ku hûn ji bo edaletê bi kîlometreyan dimeşin, wê demê divê hûn samîmî bin û vê yekê bibînin.  Hevkeroka KCD'ê Leyla Guven 142 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di grevê de ye. Bi sedan girtî zedeyî 2 mehin di grevê de ne. Li tevahiya girtîgehan ji 1'ê Adardê û şûnde bi hezaran girtî ketin greva birçîbûnê û dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Têkildarî çalakiya greva birçîbûnê û helwesta dewlet û muxalefetê Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Racî Bîlîcî ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nixandin kir. Bîlîcî, destnîşan kir ku zextên li girtîgehan didomin û OHAL tenê di fermiyetê de navê wê rabûye. Bîlîcî, destnîşan kir ku mafê mirovan ên azadî û demokrasiyê piştî îlankirina OHAL'ê ji holê rabû û wiha got: "Bi OHAL'ê re tundî û binpêkirina mafan zêde bû. Rê li pêş siyaseta demokratîk hat girtin. Piştî OHAL bi dawî bû jî binpêkirin didome. Her çend navê OHAL'ê di fermiyetê de rabûbe jî bi awayekî fîîlî didome.  Wê demê jî xebatên me qedexe bûn û niha jî qedexe ne. Wê demê jî li ser siyasetê zext û qedexe hebûn, niha jî li ser siyasetê zext û qedexe heye. Ev tev îhlal in. Pir aşkere Qanûna Bingehîn îhlal dikin. Îhlalên pêk tên pir kûr in. Me ev yek bi dehağn caran anîn ziman."    ‘TECRÎD LI DIJÎ RÊGEZÊN GERDÛNÎ YE'    Bîlicî, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha aixvî: "Tecrid li dijî danezana gerdûnî ya mafên mirovan e. Kî dibe bila bibe ger ku di tecrîdê de be, li dijî mafên mirovan ê gerdûnî ye. Sûcê mirovahiyê ye. Tecrid îşkence ye. Ji ber vê yekê tecrîd îşkence ye û sûcê mirovahiyê ye. Divê ev işkence bi dawî bibe. Li Komara Tirkiye ji ber pirsgirêka kurd pirsgirêkên kûr hene. Şerên dijwar pêk hatin û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Çareseriya vê pirsgirêkê divê mirov li Rewşa Birêz Ocalan binere û binirxîne. Dema pêvajoya çareseriyê hebû diyalog hebû. Mirovên Aqîl ketin nava tevgerê. Gav hatin avêtin û Tirkiye bêhn stend. Bû heviyek mezin. Lê kengî pêvajo xelas kirin tecrîdê dest pê kir. Kengî tecrîdê dest pê kir şer pêş ket. Tecrîd li dijî zagon û hiqûqê ye. Tirkiye peymanên navneteweyî imze kiriye. Divê her girtî bi parêzer û malbata xwe re bi rêk û pêk hevditin bike. Divê tu carî vî mafê asteng nekin."    ‘DIVÊ DAXWAZÊN WAN PÊK BÎNIN'    Bîlîcî, bal  kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê jî û wiha berdewam kir: "Çalakiya ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dest pê kir, li hemû girtîgehan belav bûye. Ev encama rewşa Tirkiye ya hatiyê ye. “Girtiyan wekî rêya dawî ya çareseriyê serî li çalakiya grevê dane. Mirovan bedena xwe daye pêş mirinê ji bo tecrîdê bi dawî bikin. Ev rêbaza herî dawî ya çalakiyê ye. Divê mirov li daxwazên wan binere. Divê di milê mafên mirovan, siyasî û hiqûqî de vê tecrîdê bi dawî bikin. Menfaeta vî welatî di aştiyê re derbas dibe. Ev rastiyek e. Divê mirov baş li ser daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê hûr bibe. Em pir bi fikar in. Divê demek berî demekê guh bidin daxwazên çalakgerên di grevê de û parlamenterên di grevê de. Bêyî ku hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dide zêde bibe, divê dawî li tecrîdê bînin û daxwazên girtiyan li ber çavan bigirin."    Bîlîcî, anî ziman ku kesên ketine grevê rastî binpêkirina mafan tên û wiha bi dawî kir: "Pêdiviyên bingehîn ên girtiyan pêk nînin. Erka dewletê ya sereke divê daxwazên çalakgerên di grevê de pêk bîne. Ger ku dewled nikare daxwazên wan pêk bîne, divê destûr bide malbatan. Girtiyan dixin yek hucreyê. Ji malbatan qud dikin û tecrîd dikin. Ev jî îşkence ye. Ji ber ku ketiye greva birçîbûnê rastî cezayê dîsîplînê tê.    CHP BERPIRSIYAR E   Ger ku encamên neyînî pêk bên û zêde bibin ne tenê iktîdar, di heman demê de CHP ji berpirsiyarê vê yekê ye. Ger ku ji bo edaletê bi sedan kîlometre dimeşe, çima li hemberî van daxwazan bêdeng e. Ez CHP’ê rexne dikim. Hem ji xwe re dibêje ‘Ez sosyal demokrat ım’ û ji bo edaletê bimeşin, lê heta niha têkildarî tecrîdê û çalakiyên greva birçîbûnê du daxuyanî nedaye. Li aliyê din Orhan Pamuk xelata Nobelê girtiye. Divê Orhan Pamuk ji ber vê xelatê bêdeng nemîne. Divê erka xelata Nobelê pêk bîne.    MA / Ozgur Paksoy