Girtiyê 104 rojin di grevê deye: Ne ji bo me, ji bo xwe li ber xwe bidin 2019-03-29 09:28:42 AMED - Girtî Hamza Dogrûl ê 104 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê deye, diyar kir ku ji bilî berxwedanê tu rêyek din tuneye û got: “Çalakiya me ji bo gelê Kurd bangeke. Ne ji bo me, ji bo xwe li ber xwe bidin.” Yek ji girtiyên 104 rojin di greva birçîbûnê deye Hamza Dogrûl ê li Girtîgeha Hejmara 5 a Sîlîvrî girtiye. Dogrûl ê di 16’ê Kanûna 2018’an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe kir de, ev peyam da: “Bedela wê çi dibe bila bibe emê çalakiya xwe berdewam bikin.    'HETA TECRÎD HEBE BILA KES NE LI BENDA HIZÛRÊ BE'   Dogrûl bi navbeynkariya malbata xwe bertek nîşanî bêdengiya heyî da û wiha behsa biryardariya  xwe kir: “Ev desthilatar pir bêhêze. Ji ber tirsa xwe wisan êrîşê Kurdan dike. Tirsa me ji kesekê tuneye û em ji bo hemû tiştî amadene. Ev berxwedanek fedaiye. Em di berxwedana xwe de bi biryarin. Ez dixwazim ji gelê me re vê yekê bêjim; ‘Divê gel li dûra vê berxwedanê bibe xelek û berxwedan ê mezin bike. Di şexsê Abdullah Ocalan de, tecrîd pir girankirî li ser civakê heye. Bi rakirina tecrîdê re dê hizûr were. Ji bilî vê bila kes ne li benda hizûrê be.”    ‘JI BO XWE LI BER XWE BIDIN’   Dogrûl, ji bo bilindkirina berxwedanê ev bang li gelê Kurd kir: “Çalakiya me ji bo gelê Kurd bangeke. Ev çalakî ji bo we û ev çalakger jî zarokên wene. Bila kes ne li bendê be ku emê bêdeng bimînin û şemaşe bikin. Emê bêdeng nemînin û neşopînin. Me li ber xwe da, em ê li ber xwe bidin û em ê hin xurtir li ber xwe bidin. Gelê Kurd divê bi awayekê xurt xwedî vê çalakiyê derkeve. Hêviyên em ji gelê me, şoreşger û demokratan hene. Ne ji bo me ji bo xwe li ber xwe bidin.”