Endama DÎK'ê Hatîce Kavran: Li gor îslamê revandina cenazeyan zilm e 2019-03-29 09:24:25 STENBOL - Endama DÎK'ê Hatîce Kavran, bal kişand ser revandina 4 cenazeyên girtiyên ji bo prostestokirina tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn û diyar kir ku di îslamiyetê de cihê vê tiştî tune ye û got: "Tu pêkanîneke bi vî rengî ya Hz. Muhammed ne ji bo miriyan ne jî ji bo saxan heye. Ji bo pêkanînên bi vî rengî dibêje, zilm e."  Di 17'ê Adarê de li girtîgeha Tîpa T a Tekirdagê Zulkuf Gezen, di 23'yê Adarê de li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê Ayten Becet, di 24'ê Adarê de li Girtîgeha Oltû ya Erziromê Zehra Saglam û di 25'ê Adarê de li Girtîgeha Mêrdînê Medya Çinar ji bo prostestokirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anîbûn. Lê belê bêyî ku malbat cenazeyên xwe wergirin û wecîbeyên olî yên cenazeyan pêk bên û merasîma cenazeyan bên lidarxistin dewletê cenaze revandin û ji xeynî çend ferdên malbatan nehiştin tu kes beşdarî merasîma cenazeyan bibin.    'ŞERMEKE MEZIN'   Endama Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Hatîce Kavran, revandina cenazeyan nirxand û destnîşan kir ku ev yek cihê şermeke mezin e. Kavran, diyar kir ku ji bo Tirkiye li gor hiqûqa xwe tev bigere çalakiyên greva birçîbûnê hatine destpêkirin û got: "Çalakiyên greva birçîbûnê li dijî bêhiqûqîtiyê hatine destpêkirin û çalakiyeke lêgerîna ji bo mafan e. Lê dewlet vî mafî jî xesp dike. Ev cihê şermê ye."   Kavran, bal kişand ser girtiyên li girtîgehan dawî li jiyana xwe tînin û got: "Di îslamê de jiyan esas e. Tê gotin, 'bi destê xwe xwe nexin talûkeyê.' Îjar niha ji ber saziyên civaka sivîl û civak li dijî bêhiqûqîtiyê peywira xwe bi cih nayne, mirovên girtî serî li rêbazeke wisa didin. Ev yek ji ber bêdengiyê pêk hatin. Ji bo rawestandina van çalakiyan eger civak û sazî peywira xwe bi cih neynin wê her kes bibe hevparê van mirinan."    ‘ARMANC JIYAN E'    Kavran, bi bîr xist ku armanca çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan ne mirine û got: "Armanca kesên ketine grevên birçîbûnê ne mirin e, jiyan e. Ji bo jiyaneke mirovane, ev qas mirov bedena xwe didin ber birçîbûnê. Divê mirov ji gelek hêlan ve li ser vê rewşê hûr bibe. Divê mirov bi îtiqada îslamê û hiqûqa îslamê nêz bibe. Di ayetê de wiha tê gotin: 'Xwedê edalet emr kiriye.' 'Ey kesên xwedî îman, li dijî we, li dijî dê-bav û xizmên we be jî, ji bo Xwedê wekî şahdi bi edalet tev bigerin.'"    ‘BÊHURMETIYA JI BO CENAZEYAN QEDEXE YE'    Kavran, ji bo revandina cenazeyên 4 girtiyan got: "Di îslamiyetê de bêhurmetiyeke herî biçûk a ji bo cenazeyan jî qedexe ye. Eger ev dîn dînê ku Hz. Muhammed teblîx kiribe, divê pêkanînên Hz. Muhammed esas bên girtin. Tu pêkanîneke bi vî rengî ya Hz. Muhammed ne ji bo miriyan ne jî ji bo saxan heye. Ji bo pêkanînên bi vî rengî dibêje, zilm e. Ev pêkanîn li dijî îslamê ye."    Kavran, bang li her kesî kir ku bibin dengê Leyla Guven û girtiyan.