Çewligî: Em guherînê dixwazin 2019-03-29 09:21:21 ÇEWLIG – Li Çewligê, welatiyan diyar kir ku şaredariya AKP'î tu xizmetê nekiriye û gotin: "15 sal in gel dixapînin. Eger guherîn çêbibe wê xizmet jî çêbibe. Em li Çewligê guherînê dixwazin."  2 roj ji hilbijartina herêmî re ma. 15 sal in şaredarî di dest AKP'ê de ye, lê belê hîn jî avahiyeke şaredariyê tune ye. Ji bo avahiya şaredariyê bê çêkirin Wezareta Parastinê erdeke 35 hezar metrekare dewrî şaredariyê kir. Ji bo çêkirina avahiyê heta Gulana 2018'an bi 40 milyon û 751 lîreyî îhale dan şîrketekê. Lê belê ji ber erdê wê avahî li ser bê çêkirin nehatiye teslîmkirin dest bi çêkirina avahiyê nehat kirin.   Li Çewligê ji bo hilbijartina 31'ê Adarê 7 partiyan namzet nîşan daye. Me namzetên hatine nîşandan ji Çewligiyan pirsî.    Selahattîn Arat got: "Ez ne li Çewligê me. Bila ji Tirkiyeyê re bibe der ku tenê ji hilbijartinê heta hilbijartinê gel tê bîra wan. Em dixwazin HDp bi ser bikeve. Bila ji bo evana bibe dersek. Bila ji bo gel bibe xizmet. Her kes betal e, li çarşiyê digere. Ez cotkar im, bi zorê debara xwe dikim. Tiştê min daye ser hev dixwim. Ma wê ev heta kengî wiha be? Cotkar im, hildiberînim lê wexta difiroşim qezenc nakim. Ji ber li Tirkiyeyê dijîm, xemgîn im."    ‘EGER GUHERÎN ÇÊBIBE WÊ XIZMET JÎ ÇÊBIBE'    Alî Berîk jî, diyar kir ku wê HDP bi ser bikeve û got: "Em dixwazin guherînek çêbibe. Çimkî heta niha me tu xizmet nedîtiye. Eger guherîn çêbibe wê xizmet jî çêbibe. Loma em dixwazin HDp bi ser bikeve. AKp, bi rê ve dibe lê her kes davêje bêrîka xwe. Eger 5 bê budçeyê, 4'an davên berîka xwe. Her kes derdora xwe digire kar. Eger guherîn çêbibe wê her tişt rast bibe."    ‘NE SAMÎMÎ NE'    Ersan Kiliç jî anî ziman ku namzetê HDP'ê yê Çewligê Hişyar Ozsoy kesekî dirust e û got: "Em jê hez dikin, nêzî gel e. Partiyên din mirovên dûr gel dikin namzet. 15 sal in AKP bi rê ve dibe. Lê hîn jî avahiyeke şaredariyê tune ye. Ma kesekî mala wî tune be wê çawa ji bo mirovan malê çêbike. Jixwe hûn halê rêyan dibînin. Ev ne samîmî ne. 15 sal in tenê gel dixapînin."    Fûat Kiliç jî anî ziman ku ew ji xizmeta heyî nerazî ne û got: "Ez ê dengê xwe bidim HDP'ê."    Welatiyê bi navê Zekî Çukuk jî, diyar dike ku wê li Çewligê MHP bi ser bikeve. Çukuk, anî ziman ku AKP xizmetê nake û got: "3 sal derbas bûn. Lê hîn jî mala min di nav kavilan de ye. Me dixapînin. Tên kemçeyekê lê dixin û diçin. Li Taxa Kulturê veguherîna bajêr kirin. Em li derve mane. Ka em çi bikin. Ma tiştekî baştir heye? Ma ez ê çawa dengê xwe bidim namzetê AKP'ê. Ez ji malê derxistim, hesinê mala min firot, ez di nav kavilan de hiştim."    Welatiyê bi navê Ekrem ku nexwest paşnavê wî bê aşkerekirin jî wekî Çukuk difikire û diyar dike ku wê MHP bi ser bikeve. Ekrem got: "Divê êdî em ji van parlementeran bêjin êdî bes e. Bi ya min wê MHP bi ser bikeve. Li Çewligê ji bo AKP deng meng tune ne."    ‘KÎ HAT XIZMET NEKIR'    Faysal Karoba jî diyar kir ku 15 sal in şaredarî di dest AKP'ê de ye, lê belê hîn jî avahiyeke şaredariyê tune ye û got: "Ez ji şaredariya heyî nerazî me. Ez ê dengê xwe bidim HDP'ê. Heta niha min deng dida AKP'ê lê ez ê di vê hilbijartinê de dengê xwe nedimê. Em li Çewligê guherînê dixwazin."    Ahmet Dîren jî diyar kir ku li bajêr berhêlîbûneke ber bi MHP'ê ve heye û ji ber AKp xizmet nekiriye wê li bajêr tu dengî nestîne û got: "Li bajêr yek ji damezrînerê AKP'ê me. Gel dengê xwe bide kê wê ew bi ser bikeve. Lê ez niha difikirim ku ez ê dengê xwe bidim kê." Eyûp Kelat jî, diyar dike ku wê AKP bi ser bikeve û parast ku AKP li bajêr xizmet kiriye.    MA / Aydin Atay