Namzetên HDP'ê yên Kanîreşê: Em ê bi hev re bi rê ve bibin 2019-03-29 09:19:43 ÇEWLIG - Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Kanîreşê Evîn Ozen û Ozkan Bîngol, diyar kirin ku ew ê Kanîreşê tevî gel û bi awayekî wekhev bi rê ve bibin û ew ê li navçeyê bi avakirina kooperatîfan hewl bidin ku welatî bi awayekî erzan avahiyan çêbikin.  Ji hilbijartinê rê tenê du roj man. Partiyên siyasî xebatên xwe yên dawî dikin. Li Kanîreşa Çewligê namzetên HDP'ê Evîn Ozen û Ozkan Bîngol diyar kirin ku ew ê navçeyê tevî gel û bi awayekî wekhev bi rê ve bibin.    Namzet Ozkan Bîngol, diyar kir ku wê gelê Kanîreşê di 31'ê Adarê de polîtîkayên AKP'ê rawestîne. Bîngol, bilêv kir ku li Kanîreşê hilbijartin di navbera HDP'ê û partiyên din ên îtifaq çêkêrine de diçe û tê.    Bîngol, diyar kir ku ji ber ji bo ciwanan qad tune ne texrîbateke mezin heye û got: "Ji bo ciwan karibin xwe îfade bikin em ê qadên civakiyî ava bikin. Em ê bi kursan, bi atolyeyên kar ciwanan li navenda jiyanê bi cih bikin. Em ê bi meclîsên ciwanan ji nêz ve pirsgirêkên wan bişopînin û wan bikin hêmana sereke ya rêveberiyê."    ‘EM Ê KOOPERATÎFAN AVA BIKIN'    Bîngol, anî ziman ku navçe li ser xeta fayê ye û got: "Heta niha ji ber plansaziyeke îmarê ya şaredariyê tune ye, ewlehiya welatiyan jî tune ye. Divê tevdîrên taybet bên girtin. Li navçeyê avahiyên kevn zêde ne. Em ê projeyeke veguherandina bajêr çêbikin û em ê bi avakirina kooperatîfan hewl bidin ku welatî bi erzanî avahiyên xwe çêbikin."    SEWALVANΠ   Bîngol, bi bîr xist ku Kanîreş navenda sewalvaniyê ye û got: "Kanîreş ji bo bajarên li derdorê navenda sewalvaniyê bû. Ji ber polîtîkayaên ewlehîparêz hilberîneriya li zozanan sekinî. Êdî gel ket rewşeke wisa şîr û berên şîrî ji marketan dikirin. Em ê careke din sewalvaniyê baş bikin û em ê ji bo vê bi rêveberên herêmî yên Amed û Rihayê bên cem hevdu û em ê şert û mercên bikaranîna zozanan baş bikin. Em ê ji sewalvanan şîr bikirin û em ê bigihînin fabrîkayên şîr."    Bîngol, destnîşan kir ku ew ê tevî gel û bi awayekî wekhev şaredariyê bi rê ve bibin.    Namzet Evîn Ozen jî, diyar kir ku jin ji civakê hatine dûrxistin û hepsî malê hatine kirine û ew ê ji bo jinan atolyeyan vebikin û qadên îstihdamê ava bikin.    Ozen, bilêv kir ku ew ê bazaran vebikin û wê jin li van bazaran berên hildiberînin bifiroşin.    PERWERDEHIYA BI ZAIMANÊ ZIKMAKΠ   Evîn, destnîşan kir ku ew ê li Kanîreşê kreşan ava bikin û got: "Çawa ku dayikên me em bi zimanê me mezin kirin, em ê jî hewl bidin zarokên me bi zimanê xwe mezin bibin. Em ê ji bo vê kreşan vekin û li kreşan bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bidin."    JIN Û WÊREKΠ   Ozen, destnîşan kir ku heta niha ew bi eleqeyeke mezin tên pêşwazîkirin û got: "Li Kanîreşê cara ewil e namzeteke jin heye. Jin bi wêrekî û eleqeyeke mezin pêşwazî dikin. Lê hîn jî bi zext û zoriyên zilaman re rû bi rû dimînin. Jin diyar dikin ku hevjînên wan bi ser wan de tên û dixwazin dengê xwe bidin partiyên ew diyar dikin." vurguladı.    MA / Aydin Atay