Hevserokê SES’ê: Ji bo mirin pêk neyên gav biavêjin 2019-03-28 16:33:02 AMED – Hevserokê Giştî yê SES’ê Îbrahîm Kara bang li hikumetê kir ku ji bo hin bêtir însan jiyana xwe ji dest nedin gav biavêje.    Hevserokên Giştî yên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) Îbrahîm Kara û Gonul Erdn û rêveberên sendîkayê çûn serdana Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 141 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Rêveberên SES’ê piştî serdanê li avahiya Şaxa SES’ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevserokê Giştî yê SES’ê Îbrahîm Kara daxuyanî da û diyar kir ku sendîkaya wan her tim mafê jiyanê diparêze û dê biparêze û xwest ku êdî kes jiyana xwe ji dest nede.    'REWŞ BI SER GIRANBÛNÊ RE YE’    Kara da zanîn ku destûra heyetên serbixwe ku xebatkarên tenduristiyê jî di nav de biçin girtîgehan ziyaret bikin û got: “Bi taybetî Leyla Guven û gellek çalakger rewşa wan ji asta krîtîkbûnê jî derbas kiriye. Li hin girtîgehan vîtamîna B1 nadin girtiyan. Nedana xwê, şekir û vîtamînan îşkence ye. Em bang li îktîdara siyasî dikin ku ji bo hin bêtir mirov jiyana xwe ji dest nedin gav biavêjin û daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê qebûl bikin.”