Buldan: Nexweşxane heye lê bijîşk tune 2019-03-28 16:03:47 AGIRÎ - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, di mîtînga Agiriyê de bal kişand ser derewên AKP'ê û wiha got: "Di mîtîna Agiriyê de gotibû 'Em ê Agiriyê bifirînin. 17 salin çima heta niha nefirandin? Ger ku em derewên bidin ser hev wê çiyayê Agirî derbas bike. Li vir nexweşxane heye lê bijîşk tune. Di 10 salan de nexweşxaneyek ava kirin. Gelê Agiriyê wê di 31ê Adarê de bersîvek xweşik bide we."  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê, li Dortyolê mîtîngek mezin pêk anî. Bi deh hezaran welaityên Agiriyê beşdarî mîtîngê bûn. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan, Hevseroka KCD'ê Berdan Ozturk, Parlamentera HDP'ê û Berdevla Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Serokê Giştî yê Partiya Azadîparêz (ÎOP) Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê Hareketa Azadî Ayetullah Aşitî, Namzetên HDP'ê yên Mûş û Agiriyê tev li mîtîngê bûn. Bi deh hezaran welatiyên tev li mîtîngê bûn alên HDP'ê bilind kirin û pankarta mezin a “Bêtir azadî û bêtir pêşeroj" vekirin. Li gel dorpêça polîsan jî bi deh hezaran gel li qadê kom bûn û bi coşek mezin heyeta HDP'ê pêşwazî kir. Bi deh hezaran bê navber dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" “Agirî ya me ye” berz kirin.    Namzeta Hevşaredardiya Agiriyê Yeliz Karaaslan, gel silav kir û wiha got: “Em ji bo li gorî felsefeya HDP'ê şaredariyê bikin em namzet in. Ji bo xizmeta gel bikin em li vir in."  Namzetê Hevşaredaiya Agiriyê Abdurrahman Dogar jî gel silavkir û wiha got: "Namzetê AKP’ê yê Agiriyê Savci Sayan weki maran her sal kirasê xwe diguherîne.  Namzetê Hevşaredariya Mûşê Sirri Sakik jî gel silav kir û wiha got: "Ger ku ji min bipirsin bêjin cih û warê te ku ye. Ez ê bêjim Cih û warê min Agirî ye.  Gelê Agiriyê gelekî pir bi rûmet e. Em dê bi berxedanê bi ser bikevin.    Piştre Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, gel silav kir û wiha got: "Em ê 3 roj şûnde bi rojek xweş hişyar bibin. Em dibêjin vaye li qade binerin û encama hilbijartinê diyar bikin. Em dibînin li vî welatî her kes ji hişmendiya vê îktîdarê bêzar bûye. Bê sebir li benda 31'ê Adarê ne. 17 salin her kes ji feraseta îktîdara AKP'ê bêzar bûye. Bi taybetî gelê Agiriyê wê di 31'ê Adarê de dersek xweşik bide îktîdarê."    'NEXWEŞXANE HEYE LÊ BIJÎK TUNE'   Buldan, bal kişand ser pirsgirêkên Agiriyê û wiha got: “17 salin li vî bajarî xizanî û sefalet heye. Di 17 salan de 13 salan AKP'ê ev bajar bi rêve bir. Lê dîsa xizanî xelas nebû. Gelê Agiriyê pir xizan e. Niha li vir nexweşxane avakirine. Nexweşxane heye, lê bijîşk tune. Avahiya Nexweşxaneyê di nava 10 salan de xelas kirin. Tenê bijîşkek heye. Gelê Agiriyê ji ber xizaniyê neçar man koçber bikin. Li gel ku li vir rêjeya welidînê zêde ye jî li Agiriyê tenê biijîşkek welidîna zarokan heye. Gotinek Agiriyan heye. Dibêjin em li Agirî ji dayik dibin, le di rêya Erzirom û Wanê de dimirin. Ev diyar dike ku li vir xizmeta tenduristiyê tune ye. Gelê Tirkiye vê pirsgirêka gelê Agiriyê Nizane. Niha mêrg û zozan hatine qedexekirin. Welatiyên sewalkariyê dikin nikarin sewal xwedî bikin. Çotkar nikarin çotkariyê bikin. Gelê Agiriyê ji ber betalî u xizaniyê neçar dimîne koç bike."     DEREWÊN WAN ÇIYAYÊ AGIRIYÊ DERBAS DIKE   Buldan gotinên Erdogan ên ji bo Agiriyê jî rexne kir û wiha got: "Çend roj berê Tayyip Bey li Agiriyê mîting çê kir. Di vê mîtîngê de çend vaat dan. Got 'Em ê Agirî bifirînin' 17 salin li ser îktîdarê ye çima heta niha nefirand? Derewên ku ew dikin têkevin ser hev wê çiyayê Agiriyê derbas bike. Derewên wan ji Çiyayê Agirî mezintir in. Gelê Agiriyê wê bersîvek baş bidin wan. Qeyûma tayînî vir kirin li pey xwe 20 trilyon deyn li pey xwe hiştiye. Ev tenê deynê wan ê xuya dibe ye."    EM LI VIR IN   Buldan gotina ku Erdogan HDP'ê wekî tetorîst tawanbar dike jî rexne kir û wiha bi dawî kir: "AKP’ê êdî dema xwe tije kiriye. Ji ber vê yekê neheqiyan li HDP’ê dikin. HDP’ê reş dikin. Leyla Guven li dijî tecrîdê 141 rojin di grevê de ye. Em dîsa bang dikin. Tecrîdê rakin û zagonên xwe pêk bînin. "    Piştî axaftinê Hunermend Mervan Tan, Arhat û Ruken Yilmaz derketin ser dikê û stran gotin.    Buldan pişti mitînga Agirî derbasî Îdirê bû.