MHP’iyan êrîşê wesayîta anonsê ya HDP’ê kir 2019-03-28 15:47:40 OSMANÎ - Komeke ji mîtînga MHP’ê vedigeriyan, êrîşî wesayîta anonsa HDP’ê kirin. Wesayît di êrîşê de zirar dît.    MHP’iyan li Osmaniyê, piştî ji mîtîna Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî ya tevlîbû vegeiryan, li ser Bûlwera Devlet Bahçe êrîşî wesayîta anonsa hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  kirin.  MHP’iyan bi pehîn û kulman li wesayîtê xistin û polîsan jî ew temaşe kirin. Piştî êrîşê kom belav bû û wesayîta HDP’ê di êrîşê de zirar dît.