'Heta edalet neyê Roboskî dê neyê Tirkiyeyê jî’ 2019-03-28 15:30:42   ENQERE – Hewldana Ji Bo Roboskî Edalet diyar kir ku tevî ku 87 meh bi ser Komkujiya Roboskî de derbas bû jî edalet pêk nehatiye û got: “Heta edalet neyê Roboskî dê neyê Tirkiyeyê jî.”    Hewldana Ji Bo Roboskî Edalet di hefteya 87’emîn a Komkujiya Roboskî ku 34 welatî têde jiyana xwe ji dest dan civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê pêk hat. Li ser navê Hewldanê Tanju Guduzalp axivî û anî ziman ku tevî 2 hezar û 648 roj di ser komkujiyê de derbas bûye jî hêj edalet pêk nehatiye.    Gunduzalp da zanîn ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) hemû hêviya malbatan ji holê rakiriye û got: “Helbet edalet îro pêk neyê jî lê wê sibê pêk were. Em ê li pey rastiyê têkoşîna xwe dewam bikin. Heta edalet neyê Roboskî dê neyê Tirkiyeyê jî.”