Dadgehê xwest wekîla berê Leyla Bîrlîk bê îadekirin 2019-03-28 14:46:05   ŞIRNEX – 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê biryar da ku Parlamentera HDP’ê ya berê Leyla Bîrlîk îadeyî Tirkiyeyê bê kirin.    Danişîna doza Parlamentera berê ya HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk ku bi îdaya “Endama rêxistinê ye” dihat darizandin li 2’yemîn Dadeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Heyeta dadgehê biryara girtina Bîrlîk a ji aliyê Dadgeha Şirnexê ve hatibû dayîn rakir û ji bo girtinê biryara îadekirina Bîrlîk hat dayîn.    Heyeta dadgehê di çarçoveya îadekirina Bîrlîk de biryara muzakere ji Têkiliya Derve ya Wezareta Dadê û Miduriyeta Giştî ya Yekîtiya Ewrûpa re bê nivîsandin da. Danişînê jî taloqî dîrokek pêş kir.