KESK’ê binçavkirin û girtin şermezar kirin 2019-03-28 14:12:18 WAN - Platforma Şaxa KESK’ê ya Wanê, binçavkirin û girtinên endamên xwe şermezar kirin.    Li Wanê di 20’ê Adarê de, bi ser malan de hatibû girtin û endamên KESK’ê jî di nav de 25 hatibûn binçavkirin û ji 25 kesan, 11 jê hatibûn girtin. Platforma Şaxa KESK’ê ya Wanê derbarê endamên xwe yên hatin girtin de daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya KESK’ê hat lidarxistin. Hevserokê SES’ê Fatma Arslan daxuyanî da û girtina hevalên xwe şermezar kir.    ‘HEVALÊN ME LI KARGEHÊN XWE HATIN KELEPÇEKIRIN Û BINÇAVKIRIN’   Arslan, diyar kir ku kesên îtîrazî xizantî, bêedaletî, ne hiqûqî, kedxwariyê dikin, dibin hedef û wiha axivî: “Rêvebera Şaxa me ya SES’ê ya Wanê Gursel Yamaç li kargeha wî gelepçe kirin û kirin binçavan. Hewl didin beşên mûxalîf bitirsînin û pêla tirsê belav bikin. Ev jî dide nîşandan ku ewê di hilbijartina herêmî de winda bikin. Ji bo ku bi me gavê paşve bidin avêtin, polîtîkayên xwe yên binçakirin û girtinê bi awayekê pergalî kirine dewrê. Lê emê tu carî gavan paşve ne avêjin. Em binçavkirin, girtin û darizandinên hevalên xwe şermezar dikin. Demildest hevalên me berdin û dawî li vê bêhiqûqiya xwe bînin.”