Namzetan banga beşdariya mitînga fînalê ya Amedê kirin 2019-03-28 13:42:29   AMED – HDP mitînga herêma Amedê ya fînalê sibê li Qada Îstasyonê li dar dixe. Namzetên Hevşaredariya HDP’ê banga bşedariya mitîngê kirin.  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartina xwecihî de tê dawiya xebatên xwe. HDP mitînga fînalê ya herêma Amedê sibê saet di 11.00’an de li Qada Îstasyonê li dar dixe. Dê  Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê DBP Mehmet Arslan û nûnerên partiyên kurd ên bi HDP’ê re îtîfaq pêk anîn dê biaxivin. Her wiha dê Koma Gulên Xerzan û hunermend Ayşenur Kolîvar konserê bidin.    MIZRAKLI: EM BÊJIN ‘EM LI VIR IN’    Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli diyar kir ku ew hatin dawiya maratona hilbijartinê û got: “Me di Newrozê de reng, ruh, coş û siberoja Amedê dît. Em hemû bi hev re ne. Dilê me hemûyan yek e. Bawerî û biryara me hemûyan yek û li holê ye. Di 29’ê Adarê de em hemû bi hev re li qadan bêjin ‘Em li vir in.’ Amed wê carek din di mitînga 29’ê Adarê de bejn û bala xwe bide nîşandan. Em ê xwe ji bo govenda 1’ê Nîsanê amade bikin. Em hemû gelên xwe vedixwînin qada mitîngê.”    ‘EM RUHÊ NEWROZÊ BEŞDAR BIBIN’    Namzetên HDP’ê yê Hevşaredariya Yenîheşîrê Îbrahîm Çîçek û Belgîn Dîken, Namzeta HDP’ê ya Hevşaredariya Rezanê Zubeyde Zumrut, Namzetên HDP’ê yên Sûrê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr û Namzeta HDP’ê ya Peyasê Kezîban Yilmaz jî banga beşdariya mitîngê kirin û gotin ew li benda sed hezarane ku bi ruhê Newrozê beşdarî mitîngê bibin.