Dersim ji 31’ê Adarê re amade ye 2019-03-28 12:51:12 DERSIM – Yekîtiya Hêza Şoreşgerî ya Dersimê têkildarî hilbijartin û ewlehiya sindoqan amadekariyên xwe temam kir û banga xwedî derketina dengan kir. Ji hilbijartina xwecihî re 3 roj man. Li Dersimê xebatên namzetên Yekîtiya Hêza Şorşegerî ya Dersimê didomin û hemû amadekariyên xwe yên ewlehiya hilbijartinê temam kirin. Li navenda Dersimê 27 hezar û 17 hilbijêr hene û li navendê dê 97 sindoq bên danîn. Yekîtiya Hêza Şorşegerî ya Dersimê ku di bin banê Dersimê de diçe hilbijartinê ji bo hemû sindoqan wezîfedar û muşahît diyar kirine û ji bo 17 dibistanên deng lê bên bikaranîn berpirs hatin tayînkirin.    Baroya Dersimê dê hilbijartinêj i nêz ve bişopîne û Navenda Şopandin û Çavdêriyê ya Ewlehiya Hilbijartinê ava kir.    DERSIM AMADE YE    Berpirsê Karê Agahiyên Navenda Yekîtiya Hêza Şorşegerî ya Dersimê îBRAHÎM Kasun der barê ewlehiya hilbijartinê û tedbîrên dê bigirin agahî da û got ew ji bo ewlehiya hilbijartinê xebatek bi esasî birêve dibin. Kasun anî ziman ku hemû amadekariyên wan temam bûne û ew li bendê ne gel xwedî li dengên xwe derkevin. Kasun diyar kir ku ji bo şaredariyek gel divê hemû gelê Desrimê biçe ser sindoqan û dengên xwe bide namzetên Yekîtiya Hêza Şorşegerî ya Dersimê.