Namzetên HDP’ê yên Amedê protokola zelaliyê îmze kirin 2019-03-28 11:14:31   AMED - Namzetên HDP’ê yên hevşaredariya Bajarê Mezin û Navçeyên Navendî yên Amedê taahudnameya “Bajarê Dostê Jinê", “Protokola Gîhandina Ji bo Astengdaran" û “Zelaliya Rêveberiya Herêmî" îmze kir.  “Taahutnameya Zelaliyê ya Rêveberiyên Herêmî" ya Komeleya Zelaliyê ya Navneteweyî, "Taahutnameya Bajarê Dostê Jinê" ya Komeleya Piştevaniya Namzetên Jin (KA-DER) û "Protokolo Gîhandina Ji bo Astengdaran" ya Konfederasyona Astengdaran a Trikiye amade kiribû pêşkêşî namzetên HDP'ê yên Şaredariya Bajarê Mezin û Namzetên Navçeyên Navendî kir. Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanık û Selçuk Mızraklı, Namzetên Hevşaredariya Yenişehîrê Îbrahim Çiçek û Belgin Diken, Namzetên Hevşaredariya Sûrê Filiz Buluttekin û Cemal Ozdemir, Namzetên Rezan Zubeyde Zumrut û Zeyat Ceylan û Namzetên Peyasê Keziban Yılmaz û Necati Pirinççioglu, li avahiya HDP'e ya Amedê taahhutname îmze kir. Di protokolê de Seroke Meclîsa Astengdaran a Amedê Hakan Ari, diyar kir ku ji bo şertê jiyana wekhev ev protolok amade kirine û wiha got: “Ji ber ku namzetên me li hemberî astengdaran hestiyar tev geriyan û daxwazên wan li ber çavan girtin em spas dikin."    Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a amedê Hulya Alokmen Uyanik jî anî ziman ku îmzekirina vê protokolê ji bo wan rûmet e. Namzet Selçuk Mızraklı ji anî ziman ku li Amedê 120 hezar astengdar dijîn û wiha got: "Koma civakê ya herî mezin e û di her qadên jiyanê de hene. Em armanc dikin ku bajarekî bê asteng ava bikin. Namzetan piştî axaftinê protokol îmze kirin.