Şaredariya Wanê mesrefên mitînga Erdogan da 2019-03-28 11:03:35 WAN – Derket holê ku hemû mesrefên mitînga Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve hatiye pêşwazîkirin.  Bi beşdariya Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan du roj berê AKP’ê li Wanê mitînga hilbijartinê li dar xist. Derket holê ku hemû mesrefên mitînga Erdogan ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve hatiye pêşwazîkirin. Hat zanîn ku di civîna meclîsa şaredariyê de biryar hatiye girtin. Di biryarê de wiha hat gotin: “Birêz Serokkomarê me wê bajarê me ziyaret bike. Ji ber vê serdanê hemû mesrefên wî bên pêşwazîkirin bi yekîtiya dengan biryar hatiye girtin.”    Halbukî Erdogan ne wek protokol hat Wanê, wek Serokê Giştî yê AKP’ê beşdarî mitînga partiya xwe bûbû.