Qeymeqamê Elkê welatî tehdît kirin û ji AKP’ê re deng xwestin 2019-03-28 09:56:00 ŞIRNEX – Qeymeqamê Elkê Îsmîl Pendîk ji AKP’ê re deng xwest û HDP'ê wiha hedef nîşan da: “Bi yek dengî hûnê vê lîstikê serûbin bikin. Hûn di sindoqê de şîmaqek demokratîk lê nexin wê ev lîstîk dewam bikin.”  Parlamenterên HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş du roj berê li Şirnexê civîna çapameniyê li dar xist û gotibû amirên îdarî zextan li gel dikin û wiha gotibû: “Qeymeqamê Elkê, dozger, amirê emniyetê gel tehdît dikin û ji AKP’ê re dengan dixwazin. Ji cerdeanan li ser sindoqan wêne dixwazin. Polîs wesayîtên serwîsê yên ji bo HDP’ê dixebitin tehdît dike.”    DAXUYANIYÊN QEYMEQAM ÎDAYÊN OZGUNEŞ PIŞTRAST KIR    Di nav îdayên Ozguneş de navê Qeymeqam û qeyûmê Elkê Îsmaîl Pendîk jî derbas dibe. Qeymeqam Pendîk bi daxuyaniyên da re îdayên Ozguneş piştras dike. Pendîk ê di “Civîna Îstîşareya Navçeyê ya Meha Adarê” de axivî û bi sînevziyonek navê “pêşkêşiya taybet” lê kir nîşan da û HDP’ê kir hedef û ji AKP’ê re deng xwestin.    BI SER ZAROKAN RE HDP’Ê HEDEF NÎŞAN DA    Qeymeqam sînevziyona ji wêneyên enamên PKK’ê ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane û xizmên siyasetmedarên HDP’î pêk tê bi beşdervanan da temaşekirin. Qeymeqam bi van gotinan HDP’ê tehdît kir: “Yên ji PKK’ê re nabêjin rêxistina terorê, ji serterorîst Abdullah Ocalan re dibêjin birêz. Partiya malûm (yanî HDP) tu carî ji şehîdên me re rêz nagirre. Li herêma me dixwazin zarokên me bikin amûra siyaseta xwe ya qirêj. Em bi vê yekê xemgîn in. Zarokan didin pêş û dixwazin siyaseta xwe ya qirêj paqij bikin. Keyayên hêja em xwedî li zarokên xwe derkevin. Ev kar bi ba kirina alê dest pê dike.”    HAYA QEYMEQAM JI QANÛNAN NÎNE    Qeymeqam Pendîk piştî wêneyên PKK’iyên jiyana xwe ji dest dane, wêneyên Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan ê biraziyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, malbata Selahattîn Demîrtaş û Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan da nîşandan û got: “Li ser xwîna zarokên we siyasetê dikin û dema dor tê malbata wan û zarokên wan seyrek çawa temaşe dikin. Ew zarok ên me ne. Ku ew zarok di nava xweşiyê de bijîn me bextewar dike. Ji bo em danberhevî bikin nîşanî we didim.”    Qeymeqam Pendîk ji bo Hevserok Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî wiha got: “Qaşo Hevseroka Giştî ye. Ez dibêjim qaşo. Çimkî hiqûqa me hevserokatiyê nas nake.” Qeymeqam bi van gotinên xwe qanûnên salan berê hatine derxistin ji nedîtî ve hat û haya wî jê nîne.    LI GORÎ QEYMEQAM HDP ZAROKAN DIŞÎNE ÇIYA    Qeymeqam Pendîk di dewama axaftina xwe de îşaretî HDP’ê kir û wiha îda kir: “Bextewariya zarokên xwe dixwazin, lê çima çek didin xwişk û birayên me yên kurd û dişînin mirinê? Çima ji bo wan jî heman siberojê naxebitin. Bi destê zarokên xwişk û birayên me yên kurd ku rebenin alan didin daliqandin. Çek didin destê wan û wan dişînin çiya û wan dişînin goristanê.”    GEF LI WELATIYAN XWAR Û JI AKP’Ê RE DENG XWEST    Pendîk bi awayek niximandî wiha welatiyan tehdît kir: “Divê em vê lîstika qirêj û pergala qirêj xera bikin. Yên ku viya xera bikin hûn birayên me kurd in. Hûnê çawa vê lîstikê xera bikin. Bi dengekî. Hûnê bi dengekî vê lîstikê serûbin bikin. Heke hûn di sindoqan de şîmaqek demokratîk li siyaseta xendek û terorê nexin wê ev siyaseta qirêj û lîstikên qirêj dewam bikin. Tişta ku bibe jî wê bê serê birayên me yên kurd ên reben.”    Pendîk bal kişand ser rapora qeyûman a HDP’ê û ji namzetên AKP’ê re deng xwest in.