Muteahîdên Mêrdînê, li CÎMER'ê giliyê rêveberiya qeyûm kirin 2019-03-28 09:45:58   MÊRDÎN - Ji ber qeyûmê Şaredariya Mezin a Mêrdînê, îhaleyeke bi 30 milyon lîreyî tenê da fîrmayekê, muteahîdên li bajêr bertek nîşandan da. Muteahîdan li CÎMER'ê giliyê qeyûm kirin û gotin, rêveberên Navenda Giştî ya AKP'ê bi beramberiya îhaleyan "komîsyonê" distînin.    Vê carê jî tê gotin ku Şaredariya Mezin a Mêrdînê ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin, îhaleyeke bi milyon lîreyan bi bertîlê pêşkeşî fîrmayekê kiriye.    Qeyûmê Şaredariya Mezin a Mêrdînê Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman, di 14'ê Adarê de ji bo çêkirina 20 malên şînê û li gundan bi kevirên parkeyî çêkirina rêyan îhaleyek çêkir. Bedêla îhaleyê 30 milyon lîre ye. Îhale qaşo li gor usûla "vexwandinê" hatiye çêkirin, lê belê tenê daye Şîrketa Nûrpa ku grêdayî Parlaklar Grûopê ye.    SERÎ LI CÎMERÊ DAN    Piştî vê gelek muetahîdên li bajêr bertek nîşan dan û bi hinceta îhale bi bertîlan hatiye pêşekşkirin û bi nelirêtî hatiye kirin serî li Navenda Ragihandinê ya Serkomartiyê (CÎMER) dan û xwestin mudaxileyî vê rewşê bê kirin.    Muetahîdekî, diyar kir ku bi beramberiya vê îhaleyê di bin navê "komîsyonê" de 6 milyon lîre pere dane rêveberekî AKP'î yê ji Mêrdînê û di navenda giştî ya partiyê de cih digire. Muteahîd, diyar kir ku ev pere jî ji aliyê endamê Meclîsa Şaredariya Artûklûyê yê AKP'î M.A. transferî rêveberê Navenda Giştî ya AKP'ê hatiye kirin.