Namzetên HDP'ê yên Manîsayê ji bo sindoqan bang kirin: Wê her deng rê li ber me bixe 2019-03-28 09:41:04   MANÎSA - Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Mezin a Manîsayê Hatîce Aslan û Nacî Sonmez, diyar kirin ku wê dengên bên dayîn rê li ber wan bixin û bang li manîsayiyan kirin ku biçin ser sindoqan.  Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Mezin a Manîsayê Nacî Sonmze û Hatîce Aslan, bang li welatiyan kirin ku roja hilbijartinê biçin ser sindoqan.    'BILA GELÊ ME BIÇE SER SINDOQAN'    Namzet Nacî Sonmez, anî ziman ku kampanyaya ya wan a hilbijartinê baş diçe û got: "Di nêvengeke aştiyane de derbas bû. Ji xeynî çend îstisnayan hema bêje em bi tiştekî neyînî re rû bi rû neman. ev jî nîşan dide ku di civakê de teqabuliyeta zimanê tehdîtkar ê îktîdar tune ye. Hilbijêr ev yek nîşanî me dan."   Sonmez, bal kişand ser girîngiya hilbijartina 31'ê Adarê û bang li her kesî kir ku divê biçin ser sindoqan û got: "Em ê li gelek deverên Tirkiyeyê, li rojavayê welat bi AKP'ê bidin windakirin û em ê bi ser bikevin. Wisa bawer dikim ku wê HDP li Manîsayê jî bi ser bikeve. Li Manîsayê qîmeta dengekî jî ji bo me pir girîng e. Wê ew deng di 1'ê Nîsanê de rê li ber me bixwe. Loma divê her kesî xwedî li sindoqan derkeve û dengê xwe bi kar bîne."     'DIVÊ SINDOQ BÊN PARASTIN'    Namzet Aslna, jî diyar kir ku tevî zimanê cihêkariyî yê AKP-MHP'ê jî, dengê kuçeyan dengekî hestiyar e û got: "Di vê hilbijartinê de em dibînin ku her derdor ji rewşa heyî nerihet e. Yanî dikarim bêjim ku li Manîsayê tevî hemû zimanê cihkariyê yê îktîdarê jî ruhê 7'ê Hezîranê heye. Wê gelê me vî ruhî di sindoqan de bide der."   Aslan, bal kişand ser ewlehiya sindoqan û got: "Ewlehiya sindoqan ji bo me pir girîng e. Em bang li gelê xwe dikin ku li ser sindoqan bibin peywirdar û xwedî li sindoqan derkevin. Di vî warî de bar dikeve ser milê me hemûyan û divê em vê peywira xwe bi cih bînin. Em ê di 31'ê Adarê de bi ser bikevin."    MA / Nîmet Olmez