Dadgeha Îstinafê doza Mizrak û Ata xera kir 2019-03-28 09:26:24 AMED - Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê, doza Mahsûn Mizrak (14) û Enes Ata (8) xera kir.  Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Amedê, der barê 3 polîsên ji ber kuştina Mahsûn Mizrak û Enes Ata yên di bûyerên 28'ê Adara 2006'an de jiyana xwe ji dest dane, dihatin darizandin biryara beraetê dabû. Lê belê Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê biryara dadgehê xera kir.    Parêzerên malbata Ata û Mizrak, piştî biryara Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Amedê ku der barê polîsên bersûc H.A, N.O. û B.O. biryara beraetaê da, îtiraz kiribûn û serî li Daîreya Ceza ya 2'yemîn a Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê dabûn. Dadgehê biryara beraetê xera kir û biryar da ku doz ji nû ve pêk bê.   Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Amedê, di 26'ê Nîsana 2018'an di danişîna 40'î de biryar da. Heyeta dadgehê, di biryara xwe de diyar kir ku ji ber têra xwe delîl tune ne, biryara beraetê daye.      Di sala 2006'an de li bejahiya Mûşê 14 PKK'yî bi çekên kîmyewî hatibûn kuştin. Di 28'ê Adara 2006'an de wexta cenazeyê her 14 PKK'iyan anîn Amedê, gelek kesan pêkanîna dewletê prosteto kir û di van protestoyan de 14 sivîl hatibûn kuştin. Bûyer piştî demekê li tevahiya bajarên herêmê belav bûbû. Li Amedê Mehmed Akbulut (18), Halil Sogut (78), Tarik Ataykaya (23), Mehmet Işikçi (19), Mustafa Eryilmaz (26), Emrah Fidan (17), Abdullah Duran (9), Enes Ata (6), Mahsum Mizrak (17), İsmai Erkek (8), İlyas Aktaş (24); li Mêrdînê Ahmet Araç (27), Siddik Onder (22); li Êlihê jî Fatih Tekin (3) jiyana xwe ji dest dabûn.