Yek ji şaredarên ewil ên siyaseta kurd Ercan: HDP, heqîqet e 2019-03-28 09:25:44 RIHA - Yek ji şaredarên ewil ên siyaseta kurd Şaredarê Pirsûsê yê berê Nahsan Ercan got: "3 kurê min kuştin. Min xistin zindana Amed û Rihayê. Di nav 10 salan de ez şandim gelek deveran. Lê dîsa jî ez HDP'î me."  Şaredarê Pirsûsa Rihayê yê berê Nahsan Ercan (75) ku di hilbijartina 18'ê Nîsana 1999'an de ji Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) bû şaredar, anî ziman ku wê di vê hilbijartinê de HDP bi ser bikeve.    'HDP, HEQÎQET E'    Ercan, diyar kir ku di sala 1999'an de tevî hemû zext û zoriyan jî gel xwedî li şaredariya xwe derketiye û got: "Ez bimirim jî ji xeynî HDP'ê dengê xwe nadim partiyeke din." Ercan, destnîşan kir ku ew jî bi heman zext û zoriyan re rû bi rû maye û di têkoşîna demokrasiyê de 3 kurên wî jiyana xwe ji dest dane, di îşkenceyê de parxwanên wî hatine şikandin, lê dîsa jî wî paş ve gav neavêtiye û got: "HDP, heqîqet e."    Ercan, anî ziman ku partiyên din bi bertîl û nelirêtiyan dixebitin û got: "HDP, zilmê nake. Loma her kes di bin banê HDP'ê de hatiye cem hev. HDP'iyan bikujin jî, bigirin û îşkence bikin jî wê dîsa bêjin HDP. Mesela ez; 3 kurê min kuştin, lê dîsa jî ez HDP'î me. Min xistin zindana Amed û Rihayê. Di nav 10 salan de ez şandim gelek deveran. Lê dîsa jî ez HDP'î me.Ma ez dengê xwe bidim DYP'ê? Ma bidim Partiay Anavatanê? Biçim kîjan partiyê? HDP, dirust e. Ji bo tirşikê, ji bo pereyan neçûm ti partiyê jî. Min carekê gotiye, ez bimirim jî naçim partiyeke din. Divê mirov cidî be, rast be. 40 sal in li ser heman xetê me."    KÎ HEQ DIKE?    Ercan, bal kişand ser gotinên Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan ku gotibû "bicehimin biçin" û got: "Erdogan dibêjin biçin Kurdistana Başûr. Tu yê herî an em? Tu heq dikî an em? Em ê bibînin. Tu dibêjî, ez misilman im. Di dest te de Qur'an û diçî mizgeftê. Temam, me fam kir tu misilman î. Lê zilm, kuştina ciwanan çî ye? We benzîn li 300 ciwanî kir û şewitand. Ev yek di kîjan dînî de heye?"