Cezayê Hasan Cemal erê kirin 2017-11-10 14:34:41 STENBOL - Dadgeha Îstînafê cezayê der barê Rojnameger Hasan Cemal de erê kir. Dadgehê 6 hezar tl cezayê pereyan ê li Rojnameger Hasan Cemal ku rojekê piştgirî dabû rojnameya Ozgur Gundemê erê kir.  Rojnameger Hasan Cemal ji ber ku di çarçoveya Nobeta Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê de rojekekê nobet girtibû doz lê hatibû vekirin. Heyeta 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê der barê Hasan Cemal de  6 hezar tl cezayê pereyan birîbû. Dadgeha Îstinafê cezayê der barê Hasan Cemal de erê kir.    Dadgeha Îstinafê biryara 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya der barê Rojnameger Hasan Cemal de erê kir. 2'emîn Daîreya Ceza, biryara 22'emîn a Dadgeha Cezayên Giran a ji ber ku Hasan Cemal di 15'ê tîrmeha 2016'an de rojekê Nobeta Rojnameay Ozgur Gundemê girtiye bi sucdariya "Daxuyaniyên rêxistina terorê weşandine" 6 hezar TL ceza biriye erê kir.      Daireya Ceza dîsa biryara 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya ji ber nivîsa Cemal a di malperek înternetê de bi sucdariya "Propaganda rêxistina terora çekdarî kiriye" Salek û 3 meh ceza birî û 2 sal taloq kir.