ROJEVA 28'Ê ADARA 2019'AN 2019-03-28 09:00:18 * Tê gotin ku li Cirnê Reş, wê namzetê AKP'ê qeyûm Şeref Albayrak roja hilbijartinê dibistanan vala bike û bi darê zorê dengan bi awayekî vekirî bide bikaranîn.  * Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Mezin a Manîsayê Hatîce Aslan û Nacî Sonmez, diyar kirin ku wê dengên bên dayîn rê li ber wan bixin û bang li manîsayiyan kirin ku biçin ser sindoqan.    * Yek ji şaredarên ewil ên siyaseta kurd Şaredarê Pirsûsê yê berê Nahsan Ercan got: "3 kurê min kuştin. Min xistin zindana Amed û Rihayê. Di nav 10 salan de ez şandim gelek deveran. Lê dîsa jî ez HDP'î me."    * Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê, doza Mahsûn Mizrak (14) û Enes Ata (8) xera kir.     * Namzeta HDP’ê ya Hevşaredariya Çankaya Fîlîz Kerestecioglu, xwest her kes di 31'ê Adarê de biçin ser sindoqan dengê xwe bavêjin û wiha got: "Hilbijartina 31'ê Adarê ya herêmî dikare deriyê demokrasiyê veke. Dikare bibe wesîleya ku Tirkiye bêhnê bistîne."   * Bavê Cuneyt Aslan ê 103 rojin di greva birçîbûnê deye Mehmet Aslan, diyar kir ku divê gavên pêwîst bên bavêtin. Dayik Sûphiye Aslan jî, bang li hemû kesan kir ku bêdeng nemînin.     * Hevberdevka DÎK'ê Huda Kaya, diyar kir ku AKP cenazeyan bi awayekî korsanî direvîne û got: "Wê mirovahî bi şermê vê îktîdarê bi bîr bîne."    * Namzetên HDP'ê yên Şaredariya Mezin a Manîsayê Hatîce Aslan û Nacî Sonmez, diyar kirin ku wê dengên bên dayîn rê li ber wan bixin û bang li manîsayiyan kirin ku biçin ser sindoqan.    * Sînan Erkiiliç ku piştî ji girtîgehê hat berdan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li mala xwe didomîne, diyar kir ku bi çalakiyên greva birçîbûnê careke din li girtîgehan ruhê 14'ê Tîrmehê peyda bûye û got: "Ez ê heta dawiyê bidomînim."    * Ji ber qeyûmê Şaredariya Mezin a Mêrdînê, îhaleyeke bi 30 milyon lîreyî tenê da fîrmayekê, muteahîdên li bajêr bertek nîşandan da. Muteahîdan li CÎMER'ê giliyê qeyûm kirin û gotin, rêveberên Navenda Giştî ya AKP'ê bi beramberiya îhaleyan "komîsyonê" distînin.    * Komîsyona Hilbijêrên Livdar a HDP'a Şirnexê, diyar kir ku ji bo hilbijêrên i derveyî bajêr amadekeriyên xwe temam kirine û got: "Derfetên me temam in. Divê gel biçe ser sindoqan da bi awayekî xurt bersivê bidin qeyûmên ku vîna wan xesp kirine."    * Aktîvîsta TJA'yê Ayşe Gokkan, diyar kir ku jinan di Newrozê de careke din ji pergala heyî re gotiye "Na" û wê hilbijartina 31'ê Adarê bibe dengê çalakiyên greva birçîbûnê.    * Koordînatora SAMER'ê Yuksel Genç, diyar kir ku HDP bi taybetî li bajarên rojavayê Tirkiyeyê di weziyeteke diyarkeriyî de ye û got: "Li hin bajarên rojavayê welat dibe AKP winda bike. Divê bi baldariyî bajarên wekî Stenbol, Enqere, Edene, Mêrsîn, Dîlok, Riha û Semsûr bên şopandin."    *Daxwaza hevdîtina xizmên girtiyên di grevên birçîbûnê de ya bi Wezareta Dadê re dê bêşopandin.   * Qeymeqamê Elkê Îsmîl Pendîk ji AKP’ê re deng xwestin û wiha HDP’ê kir hedef: “Bi yek dengî hûnê vê lîstikê serûbin bikin. Hûn di sindoqê de şîmaqek demokratîk lê nexin wê ev lîstîk dewam bikin.”    *Danişîna doza Prof. Dr. Onur Hamzaoglu ya bi hinceta belavoka “Emê nebin hevkarê vî sûcî” îmze kirin hat vekirin de, dê li 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê bê dîtin. (09.30)    *Rêxistian Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Edenê, dê derbarê hibijartina herêmî de li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   *Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, dê li navçeyên Lîcê û Pasûrê yên Amedê beşdarî mîtîngan bibe û piştî mîtîngan, dê bi nûnerên rêxistinên civak sivîl ên Amedê re bên gel hev. (11.00-19.00)   *Platforma Şaxa KESK’ê ya Amedê, dê derbarê pêşketinên dawî de li Şaxa Hejmara 1 a Egîtîm Senê civîna çapemeniyê li dar bixe, (12.30)   *Komîsyona Hilbijêrên Bihereket a Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Stenbolê, dê li Qada Bazarê ya Bakirkoyê bi otobusan hilbijêran bibin bajarên wan.(13.00)    *Di çarçoveya Doza Nisêbînê ya dosye ji hev hatin cudakirina de, dê danişan 4 girtiyên Medya  Çinar a bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî jî heyî, bê dîtin. (14.00)