Elewî: Kê vegere jî em ji rêya xwe venagerin 2017-11-10 14:32:48 STENBOL - Serokê Mala Cemê ya Habîblerê Orhan Satilmiş diyar kir ku êrîşa duh bişev li dijî îbadetxaneya wan hatiye bi planî ye û wiha got: "Hewldanên komkujî û tundiyê dê tu carî me ji bawerî û jiyana me nede dûrxistin. Kê vegere jî em ê ji rêya xwe venegerin." Li Sultangaziyê bi daxuyaniyekê êrîşa li dijî Mala Cemê ya Habîblerê hat şermezarkirin. Daxuyaniya ku bi bedariya gelek saziyên elewiyan hat dayîn, Serokê Mala Cemê ya Habîblerê Orhan Satilmiş xwed û got ku ji Kerbelayê heta niha elewî gelek caran ji komkujiyan re hatine derbaskirin û wiha axivî: "Me bi baweriya xwe her dem li gel mazluman cihê xwe girt."   Satilmiş da zanîn ku wan hêza ku ji dîroka xwe girtiye, dê tu carî li dijî niheqiyê serî netewînin û netirsin û wiha pê de çû: "Brî 5 rojan em du caran rastî êrîşê hatin. Di êrîşa destpêkê de camê mala cemê hatin şikandin û xwestin bişewitînin. Dema ev bi ser neket, di 9'ê Mijdara 2017'an de dîsa şibekeyên mala îbadetxaneya me şikandin."   Satilmiş aşkera kir ku ev êrîş bi planî hatine kirin û axaftinên xwe bi gotinên Pîr Sultan Abdal ên wekî "Kê vedigere bira vegere, em venagerin ji rêya xwe" bi dawî kir.