Di Doza Nisêbînê ya hat cihêkirin de kesek hat berdan 2019-03-27 17:01:22   MÊRDÎN - Di Doza Nisêbînê ya hat cihêkirin de, dayika 7 zarokan Yasemîn Erkol hat berdan û derbarê 6 kesan de jî biryara dewamkirina girtina wan hat dayîn.     Ji bo danişîna darizandina 53 kesên li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di dema qedexeyên derketina derve de hatin tahliyekirin û girtin û derbarê wan de cezayê muebeta giran tê xwestin de, biryara ji hev cuda kirina dosyeyan hatibû dayîn. Piştî ev biryar li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dayîn, kesên girtî yek bi yek tên darizandin û darizandina wan dewam dike.    DAYIKA 7 ZAROKAN HAT BERDAN   Di vê çarçoveyê de danişînên dayika 7 zarokan Yasemîn Erkol, Nûrşan Demîr û Enes Taşkin duh hatin dîtin. Girtî beşdarî danişînê nebûn û parêzerên wan di danişînê de amade bûn. Dadgehê li ser parastinên berê hatibûn kirin, derbarê dayika 7 zarokan Erkol de biryara berdanê da û ji bo Demîr û Taşkin jî biryarra girtina wan dema bike da.    DANIŞÎNA 4 KESAN HAT DÎTIN   Di darizandinên îro berdewam kirin de jî, danişînên Osman Bozkûrt, Mehmet Farûk Engîn, Jiyan Ay û Mehmet Tahir Avci yê ji ber ku astengdar û bêxwedî bû û di bajêr de asê mabû, yek bi yek hatin dîtin. Mehmet Tahîr Avci anîn salona danişînê, lê ji ber ku girtiyên din di greva birçîbûnê debûn beşderî danişînê nebûn û derbarê mijarê de daxwazneme nivîsandibûn.    Dadgehê, biryar da ku girtina her 4 kesan berdewam bike û danişîn taloq kir.