HDP’ê li Meletî, Hewag û Xelfetî tax ziyaret kirin 2019-03-27 16:30:54 RIHA/MELETÎ - HDP’ê xebatên xwe yên hilbijartinê li Meletî, Hewag û Xelfetî bedewam dike.  Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Hevşaredarên Navçeya Hewag a Rihayê Mahmût  Çakamak û Rabîa Aslan, mal bi mal geriyan û xebatên hilbijartinê bi rêve birin. Gelê Hewag namzet bi dahol û zirne û alên HDP’ê pêşwazî kirin.    Namzet li aliyekê taxan ziyaret dikin û li aliyê mal bi mal digerin û ji welatiyan re dê çawan li ser sindoqan dengê xwe bidin, vedibêjin.    Li taxekê çolter, kalekê ku HDP’î didin, berstûka xwe rozeta AKP’ê derxist û ji HDP’iyan re got “Gelo rozeke HDP’ê tuneye? Ez qane bûm û ezê dengê xwe bidim HDP’ê.”    XELFETΠ   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Xelfetî jî lez dan xwebatên xwe. HDP’ê di çarçoveyê xebatên de perwerde da peywirdarên sindoqan, berpirsîn dibistanan û muşahîdan. Civîna perwerdê li buroya hilbijartinê ya navenda Xelfetê hat lidarxistin û eleqeyek mezin ji bo civînê hebû. Ji ber ku cih di civînê de nema, gelek kes neçar man ku li ser piyan beşdarî civînê bibin.   Di civînê de behsa girîngiya hilbijartinê hat kirin û hîleyên sê hilbijartinên derbasbûyê de hatin kirin, hat nirxandin.   MELETÎ   Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Meletî û navçeyên wê û endamên partiyê, li taxên navçeya Hekîmxan, welatî ziyaret kirin. HDP’iyên rastî eleqeyek mezin hatin, dûre li taxa Başak bi gel re civiyan û feraseta rêveberiya xweseriyê vegotin.