Malbatên girtiyan: Dem tune bi lez daxwazên girtiyan pêk bînin 2019-03-27 12:53:17   ENQERE - Malbatên zarokên wan di çalakiya greva birçîbûnê de ne, bi armanca bi Wezareta Dadê re hevdîtin pêk bînin ji Stenbolê hatin Enqereyê, diyar kirin ku Wezareta Dadê bi wan re hevditin nekir û li ser wan tecrîd meşandine. Malbatan diyar kirin ku dema wan a winda bike tune û heta bi Wezareta Dadê re hevdîtin bikin û Wezaret daxwazên wan pêk bîne wê li ber wezaretê rûnên.    Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û bi dehan kesên din li derve li dijî terîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Dîsa li zêdeyî sed girtîgehan bi hezaran girtî li dijî tecrîdê di greva birçbînûnê de ne. Malbat û xizmên kesên di greva birçîbûnê de ji bo daxwazên zarokên xwe parve bikin ji Stenbolê hatin Enqereyê û xwestin bi Wezareta Dadê re hevdîtin pêk bînin. 8 malatên ku ji Stenbolê hatin Enqereyê û xwestin bi Wezareta Dadê re hevditin bikin, wezareta dadê daxwaza wan qebûl nekir. Rayedaran destûr nedan ku malat têkevin Wezareta Dadê. Malbat û Dayikên Aştiyê dê îro dîsa biçin ber Wezareta Dadê û daxwaza hevdîtina bi Wezîrê Dadê re bikin. Malbatên ku dayikên aştiyê jî di nava wan de ne, beriya ku dîsa biçin Wezareta Dadê li şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyanî dan çapemeniyê.    ‘DEWLET DENGÊ ME NABIHÎZE'   Ewil xwişka Yuksel Koç, Cahide Yildirim, diyar kir birayê wê 101 rojin li Fransa di greva birçîbûnê de ye û wiha got: "Daxwaza wan rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Ger ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe, grevên birçîbunê yên li girtîgehan jî wê bi dawî bibin. 2 rojin ji bo em bi wezarata dadê re hevdîtin bikin em diçin. Lê bi hinceta Wezareta Dadê li dervê bajar e me hevditin nekir. Walîsên li wir diyar kirin ku tiştekî di destê me de tune ye. Edaleta çiye ji bo kê edaletê pêş dixin? Em dengê xwe bilind dikin. Lê dengê me nabihîzin. Dewlet naxwaze dengê me bibhîze. Heta ku dengê me bibhîzin û daxwazên me pêk bînin em ê li ber Wezareta Dadê runên. Birayê min 101 rojin li Fransa di greva birçîbûnê de ye. Em dê ji bo zarokên xwe û birayê xwe her dem dengê xwe bilind bikin. Îro bi sedema hilbijartinê naxwazin dengê me bibhîzin. Ji ber dewlet dengê me nabihîze me 5 can dan. Ev awa edalet e?"    Dayika Newroz Bozkurt a 21 salin girtî ye Sultan Bozkurt jî ani ziman ku keça wê ji 8'ê Adarê de di grevê de ye û wiha got: "Piştî 1'ê Adarê zêdeyî 7 hezar girti ketin grevê.  Çalakgerên greva birçîbûnê yên di pêşengiya Leyla Guven de dest bi grevê kirin, tenduristiya wan di rewşek krîtîk de ye. Divê bi lez ev tecrîd bi dawî bibe. Em dixwazin bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bikin. Em ji Stenbolê hatin Enqere. Ger ku li cîhanê bêjin dayik çi dixwazin. Dayik dê bêjin edalet, aştî û azadiyê dixwazin. Em ji bo zarokên xwe li vir in. Ji bo dayikan ziman û reng cuda nake. Em dixwazin demek berî demekê dengê zaroken me bên bihîstin. Ger ku daxwazên zarokên me pêk bên û tecrîd bi dawî bibe dê dest ji çalakiya grevê berdin. Ger ku daxwazên zarokên me pêk nînin wê cenaze derkevin. Niha ji ber dengê wan nayê bihîstin dawî li jiyana xwe tînin ku dengê wan bê bihîstin."     Bozkurt, destnîşan kir ku êdî dema wan tune û xwest demek beri demekê Wezareta Dadê bi wan re hevdîtin bike û daxwazên zarokên wan pêk bîne. Koç, da zanîn ku heta daxwazên wan pêk neyê dê li ber wezareta dadê rûniştina xwe berdewam bikin.    BANG LI CPT KIRIN   Sakine  Goregen  a kurê wê li Girtîgeha Maltepe girtî ye jî bang li CPT kir û xwest CPT daxwazên wan û zarokên wan pêk bînin û dawî li vê tecrîdê bînin.    Munube Koç a birayê wê li Girtîgeha Patnosê girtî ye jî anî ziman ku birayê wê  1'ê Adarê ve di grevê de ye û wiha got: "Di Şexsê Leyla Guven de li hemû girtîgehan li dijî tecrîdê greva birçîbûnê dest pê kir. Ger ku tecrid bi dawî bibe dê hemû dest ji grevê berdin. Zarokên me çalakiyên fadaî pêk tînin. Em mirinê naxwazin. Em miroviyê dixwazin. Dayik aştiyê dixwazin. Me xwest bi Wezareta Dadê re hevdîtin bikin. Lê polîsan dora me pêça. Ev jî tecrîd e. Êdî tecrid li her derê ye. Heta ku em bi Wezareta Dadê re hevdîtin pêk bînin em naçin."