Malbatê cenazeye Enwer Kerîm ji Muglayê wergirt 2017-11-10 13:34:41 MUGLA - Enwer Kerîm yê li Koycegîzê bi 5 hevrêyên xwe re jiyana xwe ji dest dabû, malbata wî cenaze ji Saziya Tiba Edlî wergirt û bir Wanê. Di 5'ê Cotmehê de li herêma Toparlar Şelalesî ya navçeya Koycegîza Muglayê hatibû gotin ku gerîlayên HPG'ê hatine jehrkirin û 6 gerîlayan jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Enwer Kerîm (Erdal Leylaxî) cenazeyê kurê xwe ji morgê wergirt. Kerîm ê ji bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, malbata wî ji bo cenazeyê kurê xwe bigire hat Wanê. Piştre derbasî Muglayê bû, li Saziya Tiba Edlî ya Muglayê cenazeyê kurê xwe wergirt û anî Wanê. Bi wergirtina cenazeyê Kerîm re, cenaze li Saziya Tiba Edlî neman.    Dê cenazeyê Kerîm li Wanê bê definkirin.    Rojên borî li Muglayê cenazeyê Musa Arslan biribûn Mêrsînê, Rojhat Seçkîn Anîbûn Amedê, Îlyas Demîr û Salih Sanri biribûn Şirnexê û Muhamed Nursîda (Adil Bawer) jî biribûn Rojavayê Kurdistanê.