Hinceta YSK’ê ya veguhestina sindoqan: Di 1986’an de pankart vekir, welatiyan berdan hespan 2019-03-27 11:04:21   AMED - YSK'ê, ji bo veguhestina sindoqan ên li bajarên kurdan hincetên skandan nîşan dan. YSK'ê hincet nîşan da ku li Dersîmê di sala 1986'an de pankart vekirine, li Navçeya Kanîreşê, welatiyan berdane hespan sindoq guhestine. YSK'ê diyar kir ku li navçeya Pirsûsê jî bi hinceta "Dibe ku hilbijartin bi rageşi pêş bikev" û li Agiriyê jî bi hinceta "ewlehî tune" sindoq guhestine.    Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK), bi biryara 6'ê Adara 2019'an, li bajarên Kurdan bi giştî 973 sindoq û cihê 96 hezar hilibjar hatiye guhertin. YSK di sedema guhestina sindoqan de hincetên skandal nîşan da.    Hinceta YSK'ê ya guhestina hin siqdoqan wiha ye:    ‘DI 95'AN DE PROPAGANDA KIRINE'     YSK'ê sindoqa Gundê Tellisirt a Agirê ya hêjmar 1289 ku 13 hilbijêrê wê hene veguhest Gundê Ziyaretê. YSK'ê sedema vê yekê jî bi hinceta di sala 1995'an de li Gundê Saritaşê 2 welatiyan propaganda rêxistinê kiriye nîşan da.    ‘LI GUND BERDAN HESPAN'   YSK'ê li Gundê Çiftlîk a Kanîreşa Çewlikê jî sindoqa hêjmar 1026 a 59 hilbijêrên wê hene veguhest Gundê Mollaşakirê. YSK'ê sedema vê yekê jî hinceta “Şikdarên ku li Gundê Çiftlikê îkamed dikin li nava gund berdane hespan û rageşî derketiye û ji ber vê yekê Onur Çakmak birîndar bûye" sindoq veguhest.    ‘DI SALA 98'AN DE PÊ LI TEQEMINEYÊ KIR'    YSK'ê li Gundê Dîlek ê Navenda Dersimê jî sindoqa hêjmar 1099'an a 38 hilbijêrê wê heye veguhest Gundê Karşilarê. YSK'e sedema vê yekê jî hinceta "Dibe ku PKK çalakiyan pêk bîne û di 13'ê Mijdara 1998'an de welati pê li mayinê kiribû nîşan da.    ‘33 SAL BERÊ PANKART VEKIR'   YSK'ê li Gundê Taht ê Navenda Dersimê sindoqa hêjmar 1126 an a 12 hilbijêrê wê hene veguhest Malên Kom ên Ali Koç. YSK sedema vê yekê jî hinceta 33 sal berê bûyer pêk hatiye nîşan da. YSK'ê dîsa hincet nîşan da ku di 07'ê Îlona 1986'an de afiş hatiye vekirin.     ‘DIBE HILBIJARTIN BI RAGEŞÎ DERBAS BIBE'   YSK'ê ji bo navçeya Pirsûsê ya ku di hilbijartina berê de parlamenterê AKP’ê bi çekan êrîşî esnaf kiribûn û bav û 2 kurê wî kuştin jî biryar da ku sindaqa hêjmar 1151'an a Kuçukkopru, veguhezîne Buyukziyaretê. YSK'ê hincet nîşan da ku dibe hilbijartin bi rageşî derba bibe.    EWLEHÎ TUNE   YSK'ê ji bo sindoqa hêjmar 1036'an a Gundê Harmantepe jî got: “Bûyerê terorê tune. Lê dibe di çûn û hatinê de çalakî bên lidarxistin.    MA / Mehmet Şah Oruç