Ozer: Berpirsiyariya rawestandina mirinan aîdî rayedarên Tirkiyeyê ye 2019-03-27 10:04:12 AMED – Parêzer Mustafa Ozer ê ku şahidiya rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê kir îşaretî şibandina wê serdemê û îro kir û got: “Berpirsiyariya rawestandina mirinan aîdî yên Tirkiyeyê birêve dibin e.”  Parêzer Mustafa Ozer yek ji parêzerê doza endamên PKK’ê yên salên 1980’î ye û şahidê grevên birçîbînê û rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmeha 1982’an e. Ozer wê serdemê û îro ji ajansa me re nirxand.    'ÇEKA WAN BEDENA WAN E’    Ozer anî ziman ku armanca rojiya mirinê ya di 1982’an de û greva birçîbûnê ya îro dişibin hev û got: “Şibandina wê mafê bingehîn û xespkirina azadiyê ye. Armanca girtiyan ew e ku bi însanî bijîn. Li dijî neheqî û desteserkirina azadiyê însanên di nava çar dîwaran de tenê çeka ku bikar bînin bedena wan. Vê bedena xwe jî didin ber grevên birçîbûnê û rojiya mirinê.”    ‘JI BO JIYANEK BI RÛMET CANÊ XWE DIBEXŞÎNIN’    Ozer bi bîr xist ku rojiya mirinê ya li Zîndana Amedê encam girt û got: “Hin kesan bedena xwe da ber greva birçîbûnê û hin kesan bedena xwe da ber rojiya mirinê. Ji wan çend kesan yek jê Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr û însanên wek wan bûn. Yanî ew mêjiyên ku peywîra lokomotîfa vê tevgerê dabûn ser milê xwe bûn. Ji bo jiyanek bi rûmet jiyana xwe bexşanî kirin. Wê serdemê jî greva birçîbûnê gihîşt 70-80 rojî. Lê di encamê bi awayê erênî encamek baş girtin. Lê îro jî heman binpêkirina mafan heye û mafê jiyanê tên binpêkirin. Îro jî rojiya mirinê û greva birçîbûnê hatin destpêkirin. Ji ber vê yekê Leyla Guven 140 roj in çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomîne.”    ‘MÎNAKÊ VÊ TECRÎDÊ LI TU DEVERA DINYAYÊ NÎNE’    Ozer da zanîn ku li tu devera cîhanê mînakên tecrîda li Girava Îmraliyê nîne û wiha got: “Mandela jî 26 sal dîl hat girtin. Lê tecrîdek wiha li serê nehat sepandin. Min di dinyayê de nedît ku li rêberek wiha tecrîdê giran dikin. Têkoşîna Leyla Guven danî holê têkoşînek bi rûmet û mafdar e. Ev çalakî li her deverê dinyayê belav bûye. Em hêvîdarin wê encamek baş ji vê çalakiyê were girtin û Leyla Guven jî bigihîje tenduristiya xwe.”    ‘GELÊ KURD GELLEK BEDELAN DA’    Ozer diyar kir ku felsefeya avakirina Komara Tirkiyeyê li ser tunekirina kurdan hatiye avakirin û got: “Dîsa wek serdemên berê dixwazin bêjin kurd tune ne û wan îmha bikin. Ji bo kurdan pirsgirêk ev e. Ji bo kurd van tengasiyan ji ser xwe biavêjin wek serdema salên 80’î ciwan û însanên me li dijî vê binpêkirina mafê jiyanê û xeskirina azadiyê bedena xwe dan ber mirinê. Dixwazin bi çalakiyên xwe bang li rayedar û serdestan bikin. Îro jî heman pêkanînên salên 80’yî hene. Gel kurd gellek bedelên giran da û dide jî.”    ‘BERPIRSIYARÎ AÎDÎ RAYEDARÊN TIRKIYEYÊ YE’    Ozer diyar kir ku hemû mekanîzma daraza li Tirkiyeyê di bin yek destî de kom bûye û tu pirsgirêk bi zîhniyeta tinekirinê nayê çareserkirin. Ozer bal kişand ser girtiyên li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn û got: “Di salên 1980’an de dem bi dem mirin diqewimîn. Ji bo pêkanînên hovane û dij mirovane ji holê bên rakirin pêşengên PKK’ê bedenên xwe dan ber mirinê. Li ser hev mirin qewimîn, pişt re neçar man çareseriyê li pêş bixin. Niha jî 5 însanên me dawî li jiyana xwe anîn. Dibe ku hin geşedanên em qet naxwazin jî belkî biqewimin. Mixabin gelê kurd neçar e ku vê têkoşîna xwe dewam bike. Hin mirovên me ji bo destekdayîna têkoşîna bi rûmet dawî li jiyana xwe tînin. Ji bo dawî anîna van mirinan jî berpirsiyarî aîdî însanên Tirkiyeyê birêve dibin e. Ez hêvîdar dê di demek kin de daxwaz were qebûlkirin û tecrîd ji holê rabe.”    MA / Ozgur Paksoy - Mehmet Şah Oruç