Turgay: Mafê her kesî heye ku cenazeyê xwe li gorî çanda xwe defin bikin 2019-03-27 10:02:57   MÊRDÎN – Prof. Dr. Nurettin Turgay, têkildarî revandina cenazeyan û astengkirinên şînê  axivî û wiha got: "Li gorî ola Îslamê her kes dikare cenazeyê xwe defin bike û şîna xwe dîne."    Çalakiyên greva birçîbûnê li derve û girtîgehan berdewam dike. Li girtîgehan bi hezaran girtiyên siyasî bi armanca tecrîdê şermezar bikin û tecrîd bi dawî bibe di greva birçîbûnê de ne. Di nava hefteyekî de li Tekîrdagê Zulkuf Gezen, li Gebzeyê Ayten Beçet, li Girtîgeha Altuyê Zehra Saglam û herî dawî li Girtîgeha Mêrdînê jî Medya Çinar bi armanca tecridê şermezar bikin dawî li jiyana xwe anîn. Rayedarên hikûmetê cenaze nadan malbatê û polîsan cezane revandinû şev nîvê şevê defin kirin. Wezîrê Karên Hundir Soylu ferman midûriyên polîsan ku ji bo definkirina cenaze merasimê pêk nînin û kes tev li merasima cenaze nebe. Cenazeyên 4 kesan şev nîvê şevê bi dorpêça polîs û maşiyên zirxî û bêyi ku malbat merasimê pêk bînin defin kirin. Polîs û cendirdeyan goristan dorpêç kirin û destûr nedan ku xizm û parlamenterên HDP'ê jî tev li merasimê bibin. Têkildarî mijarê Namzete HDP'ê yê Hevşaredariya Artuklu ya Mêrdînê îlahiyatnas Prof. Dr. Nurettin Turgay nirxandin kir.    Turgay, anî ziman ku Kur’an-î Kerim ferman dide ku bi edalet tev bigerin û aliyê heq bin û wiha got: "Kesên ji bawerî û ola Îslamê bawer dikin divê de her aliyê jiyana xwe de bi edalet tev bigerin. Li Girtîgehan greva birçîbunê her ku diçe belav dibe û berdewam dike. Ez hevî dikin ku tu mirov zerar nebîne. Hevî dikin ku kes jiyana xwe ji dest nedin. Li gorî olê îslamê mirov bibe sedema mirina kesekê-î wekî bibe sedema mirina hemû mirovan. Ez daxwaz û hevî dikim ku hemû rayedar hestiyar û hişyar tev bigerin û erka xwe pêk bînin.    ‘MAFÊ HER KESÎ HEYE KU CENAZEYÊN XWE DEFIN BIKIN'   Turgay, destnîşan kir ku li gorî olê Îslamê mafê her mirovan heye ku li gorî bawerî, kevneşopî û çanda xwe miriyên xwe defin bike û wiha got: "Di vê meseleyê de di olên Îslamê de ayet jî hene. Divê tu kes li pêş definkirinê nebe asteng. Pêxemberê me Hz. Mummed di şerê dijminê olê Îslamê de jî ferman daye ku zerarê nedin cenazeyan û hurmetê nîşanî cenazeyan bidin. Tu carî olê îslamê li pêş definkirina cenazeyan nebûye asteng. Li gorî baweriya ola Îslamê her kes xwedî maf e cenazeyên xwe defin bikin û şîna xwe bigirin."    Turgay, da zanîn ku hikûmet di demên dawî de herî zêde bi ola îslamê propaganda dike û li milê din destûr nadin ku mirov cenazeyên xwe defin bikin û wiha bi dawî kir: "Divê mirov ji wan bipirse ger ku hûn misilman bin çîma hûn wisa dikin. Sûret u ayetên quranê cudakariyê naxe nava definkirina cenazeyan. Ez bang li hikûmet û muxalefeta sereke dikim. Xwedê rebê we û me tevan e. Em di her milî de xwedîyê mafên wekhev in. Kes ne li ser kesî ye û kes ne li bin kesî ye. Ger ku tişteki hûn bixwazin û birayê we nexwase û hûn wî tiştî pêk bînin hûn nikarin bibin misilman. Kesek ji bo bibe mumîn û Misilman divê berî her tiştî wekhevî û edaletê biparêze û zerarê nede xwişk û birayên xwe. Zerar nede can û malên xwişk û birayên xwe. Divê mal, bawerî, namûs can mal, fikr, ziman û çanda xwe wek hev biparêze. Ger ku hûn wekheviyê qebûl nekin hûn nikarin bibin misilman. "    MA / Berivan Altan - Ahmet Kanbal