Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê, buroya hilbijartinê ya HDP'ê girt 2019-03-27 09:37:04 EDENE – Desteya Hilbijartinê ya Seyhanê, lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê wekî hincet nîşan da û li navçeyê buroyeke hilbijartinê ya HDP'ê girt.  Li Edeneyê di 19'ê Adarê de polîsan bi hinceta "wêne û posterên qedexe hene" avêtin ser buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya li Taxa Ovayê. Di dema avêtina ser buroyê de polîsan dest danîbû ser posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Zulkuf Gezenê ku li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Tekirdagê ji bo prostetokirina tecrîdê dawî li jiyana xwe anîbû.    Di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriyê de Desteya Hilbijartinê ya Seyhanê buroya hilbijartinê girt. Di biryarê de wekî hincet wêneyên Ocalan, posterên 23 PKK'iyan û pirtûkek hatin nîşandan û hat diyarkirin ku ev hemû sûc in.    MA / Hamdullah Kesen