HDP, hilbijêrên ne li herêmên xwe dibe ser sindoqên wan 2019-03-27 09:36:22 ÊLIH - Hat diyarkirin ku heta niha bi hezaran hilbijêr serî li Komîsyonên Hilbijêrên Livdar ên HDP'ê dane. Berpisiyarê komîsyona Êlihê Abdullah Yildiz, anî ziman ku ji bo hilbijêrên dengê xwe bi kar bînnin partiya wan hemû derfetên xwe seferber kirine.  Wê Komîsyonên Hilbijêrên Livdar ên HDP'ê, wê hilbijêrên ne li cihên xwe yên dengdayînê ne bibe ser sindoqan. Hat diyarkirin ku htea niha bi hezaran hilbijêrên ne li cihê xwe yê dengdayînê ne serî li komîsyonên HDP'ê dane.    Berpirsiyarê Komîsyona Hilbijêrên Livdar a HDP'a Êlihê Abdûllah Yildiz, anî ziman ku ji bo wan dengek tenê jî pir biqîmet e.    ‘ME JI BO 200 KESAN BILÊT PEYDA KIR'    Yildiz, diyar kir ku heta niha li Enqere, Stenbol, Îzmîr, Antalya, Edene û bajarên din nêzî hezar kesî berhêlî komîsyonên partiyê kirine û got: "Hilbijêrên ji Tokat, Amasya û Afyonê li me geriyan, me bilêtên wan temîn kirin. Heta niha me ji bo 200 hilbijêrên xwe yên wê li Êlihê dengê xwe bi kar bînin bilêt peyda kirine."      Yildiz, destnîşan kir ku heta niha bi hezaran hilbijêrên livdar serî li komîsyonên HDP'ê dane.    'DENGEK JÎ BIQÎMET E'    Yildiz, diyar kir ku ji bo wan dengek jî dengek e û pir biqîmet e. Yildiz got: "Mesela di hilbijartina borî de bi 8 dengan Heskîf ji dest me çû. Yanî wê dengek tenê jî gelek tiştî li me zêde bike."    Yildiz, bang li her kesî kir ku ji bo qeyûman bişînin divê her kes biçe ser sindoqan û got: "Ji bo dengdayînê partiya me bi her awayî li cem gel e. Divê neyê jibîrkirin me hemû derfetên xwe seferber kirine."    MA / Metin Yoksu