Yurdatapan: Divê civak ji bo grevên birçîbûnê dengê xwe bilind bike 2019-03-27 09:27:42 STENBOL – Şanar Yûrdatapan, diyar kir ku divê civakê bi awayekî bibe dengê çalakiyên greva birçîbûnê û got: "Divê mirov bi taybetî nehêlin mirovên xwebawer û wêrek winda bibin û vê yekê qebûl nekin."  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 140'î de didome. Her wiha bi heman daxwazê çalakiya bi hezaran girtiyî jî didome. Her wiha di 21'ê Sibata 2019'an de li Almanyayê Ûgûr Şakar, di 17'ê Adara 2019'an de li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Tekirdagê, di 23'yê Adara 2019'an de li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê Ayten Becet, di 24'ê Adara 2019'an de li Girtîgeha Tîpa T a Oltûya Erziromê Zehra Saglam û di 25'ê Adara 2019'an de jî li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê Medya Çinarê ji bo prostestokirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anîbûn.    Muzîkjen û parêzvanên mafên mirovan Şanar Yûrdatapan ku berê li girtîgehan bibû şahidê çalakiyên grevaa birçîbûnê û şopandibûn, çalakiyên greva birçîbûnê yên heyî nirxandin.    ‘WÊ HESAB BIDIN'    Yûrdatapan, anî ziman ku sedema sereke ya grevên birçîbûnê îzolasyona li ser Ocalan e. Yûrdatapan, destnîşankirin ku îzolasyona pêk tê derî hiqûqê ye û got: "Ev îktîdar 4 sal berê ji bo Mutabaqata Dolmabahçeyê bi Ocalan re rûnişt. Ev yek çawa çêbû? Bi peyamên Ocalan çêbû. Lê niha li nav çavê me dinerin û Mutabaqata Dolmabahçeyê tune dihesibînin. Piştî Mutabataqata Dolmabahçeyê bi rojekê di mîtînga Amedê de peyama Ocalan hat xwendin û li her kesî hêvî peyda bûbû. Piştî vê HDP, benda ji sedî 10 derbas kiribû. Evan ji HDP'ê re gotin em bin û tu benda ji sedî 10 derbas bikin, madem wisa ye a ji te re. Îktîdarê doza 400 qoltixî dikir, lê belê ji îktîdarê ket. Paşê jetên tirk dest bi bombebaranê kirin. Lê jeên Qendîlê tune ne. Wan jî bi rê û rêbazên xwe brsib da û careke din şer dest pê kir. Wê demê Erdogan fêm kiribû ku wê pirsgirêk di pêvajoya aştiyê de çareser bibe. Got ê ku vê pirsgirêkê hel bik ez im. Lê wexta dît deng ber bi hêla din ve diçin pêvajo bi dawî kir. Niha jî dibêje meseleya bekayê. Lê ev ne bekaya Tirkiyeyê ye, bekaya wan e. Çimkî baş dizanin roja bikevin wê hesab bidin. Ji ber vê tim qala bekayê dikin."   Yûrdatapan, bal kişand ser bêdengiya îktîdarê a ji bo grevên birçîbûnê jî diyar kir ku tu wextê wekî niha hiqûq ev qasî nehatiye binpêkirin û ji ber vê yekê ragihandina dengê kesên di greva birçîbûnê de tê astengkirin.    ‘DIVÊ CIVAK DENGÊ XWE BILIND BIKE'    Yûrdatapan, destnîşan kir ku divê êdî civak dengê xwe bilind bike, çimkî dewlet ancax bi vî awayî dikare fêm bike. Yûrdatapan, bilêv kir ku eger deng bê bilindkirin wê îktîdar mecbûr bimîne têkeve nav hin hesabên din û got: "Ez gelek caran bûme şahidê vê yekê. Wexta bertek zêde bibin û li civakê belav bibe, ev yek tesîrê li wan dike. Ev yek ji bo raya giştî ya cîhanê jî wisa ye. Belkî niha hin kes dibêjin bertekên heyî pir bi kêr nayên, lê belê bi kêr tên."    ‘PÊDIVIYA ME BI WAN HEYE'    Yûrdatapan, anî ziman ku divê mirov tim li dijî mirinê jiyanê destek bikin û got: "Divê mirov bi taybetî nehêlin mirovên xwebawer û wêrek winda bibin û vê yekê qebûl nekin. Divê mirov bifikire 'eger hin mirov ji bo hin tiştan canê xwe feda dikin û bedena xwe dikin mertal, nexwe di bin vî tiştî de tiştek heye.' Saxbûna van mirovan ji mirina wan çêtir e. Lê belê piştî demekê ev yek ji bo wan vediguhere meseleya mirovî, rêzgirî û rûmeta mirov. Wekî din ez ê çi bibim nizanim. Ma kesên bedena xwe didin ber birçîbûnê neheq in? Na, mafdar in. Hatin asteke wisa ku bedena xwe bikin mertal. Lê dîsa jî saxbûna wan ji mirina wan çêtir e. Çimkî pêdiviya me bi wan heye."    MA / Ferhat Çelik