Gaziyên girtî yên Pirsûsê banga beşdarbûna dozê kirin 2017-11-10 12:56:34 STENBOL – Gaziyên girtî yên Pirsûsê û parêzerên wan bal kişandin ser doza dê di 13'ê Mijdarê de bê dîtin û banga tevlêbûna dozê kirin. Havva Cuştan, Mazlum Demîrtaş, Hatîce Ezgî Sadet a xwûşka xwe Ozgen Sadet di komkujiyê de winda kir, parêzerên dozê Sezîn Uçar û Ozlem Gumuştaş li girtîgeha lê dimînin, daxuyaniyeke nivîskî weşandin.   Gaziyên Pirsûsê der barê doza Komkujiya Pirsûsê de bi parêzerên xwe re daxuyanî dan, aşkera kirin ku ew di 19'ê Cotmehê hatine girtin û berî dozê girtina wan ne tesadufî ye û ev tişt hat gotin: "Berî doza komkujiyê girtina me ya di girtîgehê de ne tesaduf e. Em gaziyên Pirsûsê yên destpêkê hatine binçavkirin û girtin nînin. Roja ku komkujî pêk hat heta niha gelek gazî, malbatên wan hatin binçavkirin-girtin û rastî êrîşan hatin. Daraz cihê ku komkujiyê lêkolîn bike, kujeran derxe holê, malbat, gazî û şahid hatin girtin... Kesên ji bo Pirsûsê edalet xwest wekî bersûc dîtin."   ‘EM DI PIŞT DÎWARAN DE NE LÊ…’   Di dewama daxuyaniyê de hat girtin ku polîtîkaya girtinê û tepisandinê rewşeke rûtîn girtiye, lê dê ev yek têkoşîna wan asteng neke û ev tişt hat gotin: "Niha em li pişt dîwaran e lê di 13'ê Mijdarê de li wir ew hene. Bi wan re malbatên me, parêzer, birîndarên me, ciwan, raya giştî ya demokratîk, rojnamegerên hişmendî-wijdana wan hur, wekîlan re em ê banga xwe ya edaletê bilind bikin."