Parlementer Işik: Ya xirab feraseta we ye ne hewa û kostere 2019-03-26 16:22:10   MÛŞ - Parlementer Şevîn Coşkûn di hevdîtina gel a HDP’ê ya Kopê de axivî û diyar kir ku berpirsê mirinên li girtîgehan rû bidin hikûmet. Parlementer Mensûr Işik jî, da zanîn ku ya xerab ferasesta we ye he hewea û kostere.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, li navçeya Kopê ya Mûşê bi gel re hatin gel hev. Hevdîtina gel li termînala otobusê ya navçeya pêk hat. Parlementerên Bajêr Şevîn Çoşkun û Mensûr Işik, Namzetê Şaredariya Mûşê Sirri Sakik, Namzetên Şaredarên Kopê Eylem Sarûca û Adnan Topçû, namzetên Şaredariya Mazgirtê, rêveberên HDP û DBP’ê yên bajêr û navçeyan beşdar bûn. HDP’î rastî eleqe û keyfxweşiyek mezin hatin. Di hevdîtinê de bê navber dirûşmeyên "Jin jiyan azadî", “Şehit namirin", "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana zindana" hatin berz kirin.    Parlementer Şevîn Coşkûn di hevdîtinê de axivî û wiha got: “Bi hezaran kes li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê dene. Em hemû çalakgeran silava dikin. Leyla Guven rûmeta me ye. Vê çalakiyê dîwarên zindanan derbas kir û belavî cîhanê bû. 4 cenaza ji zindanan derketin. Berpirsê van hemû mirinan hikumet û Wezareta Dadê ye. Dê nekarin ji bin vî barî derkevin.”   ‘DESTHILATDARIYA WAN RIZIYAYE, DÊ HILWEŞE’   Parlementer Mensûr Işik piştî Coşkûn axaftinek kurd kir. Işik, grevên birçîbûnê nirxand û wiha  got: “Serlêdana parêzeran qebûl nakin. Dibêjin ku ‘koster xirabeye û hewa xirabe.’ Ji vê derê bi awayekê pir zelal dibêjin, a xirab feraseta we ye. Ger hişmendiya we ne xirab bûya, we ji bo 6 mîlyon dengê xwe dane HDP’ê ne digotin terorîst. Êdî desthilatdariya van riziyaye, dê hilweşe.”   'HERIN SER SINDOQAN Û XWEDÎ DERKEVIN'    Namzetê Hevşaredariya Mûşê Sirri Sakik herî dawî axivî û ji welatiyan xwest herin ser sindoqan û xwedî sindoqan derkevin.